Dagirkerî jî nekarî li pêşiya şanoyê bibe asteng

Endamên koma şano ku dema Serêkaniyê hate dagirkirin ji hev belav bûn, sala 2021'an bi avabûna Koma Şano ya Şehîd Darsî ji nû ve gihîştin hev û hunera xwe dewam kirin.

Dema ku dewleta Tirk sala 2019'an Serêkaniyê dagirk kir, di nava mirovên neçar man koç bikin de şanoger jî hebûn. Şanogerên koçberbûyî sala 2021'ê di nava Koma Şano ya Şehîd Darsî de jinûve li hev kom bûn ku kom ji aliyê Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ve li Hesekê hate avakirin.

Fatma Fewaz Ehmed anî ziman ku li Serêkaniyê di pêvajoya destpêkê ya şer de (2013) senaryoya şanoyê nivîsandin û got, "Min destpêkê weke nivîskar dest bi kar kir. Piştre jî derhênerî kir. Bi taybetî bala min li ser şanoya zarokan bû û min şanoya zarokan dest bi kar kir." Fatma Fewaz Ehmed ku piştî Serêkaniyê hate dagirkirin di sala 2021'ê de tevlî Hîlala Zêrîn bû 10 zarokan ji bo şanoyê perwerde dike.

Fatma Fewaz Ehmed anî ziman ku bi taybetî senaryoyên li ser jinan dinivîsîne û got, "Li ser têkoşîna li dijî tundiya li jinê û têkoşîna jinê min gelek şano nivîsand. Di heman demê de ji ber ku lîstikên me hene ku bala zarokan dikişînin û zarokan perwerde dikin."

Fatma Fewaz Ehmed ragihand ku lîstikên wan ji jiyana civakê qut nînin, civakê nîşan didin û wiha dewam kir, "Bi navê şanoyoa zarokan pirtûkek hate çapkirin. Em niha pirtûkek çîrokan jî amade dikin û kêm maye ku biqede. Em van pirtûkan hem digihînin gel hem jî pêşkêşî pêşangehan dikin."

Zihar Cûma Tahir ku 9 sal in karê şanoyê dike diyar kir ku piştî Serêkaniyê hate dagirkirin du salan ji şanoyê dûr ket; dema ku Koma Şehîd Darsî ava bû tevî hevalên xwe yên li Serêkaniyê beşdar bû. Zihar Cûma Tahir got, "Em bi zimanê xwe çanda xwe pêşkêş dikin."