Corriere della Sera avahiya xwe ya 137 salî difiroşe!
Corriere della Sera avahiya xwe ya 137 salî difiroşe!
Corriere della Sera avahiya xwe ya 137 salî difiroşe!
Yek ji rojnameyên bingehîn ên rojane yên Îtalyayê Corriere della Sera biryar da avahiya xwe ya di sala 1876'an de hat çêkirin bifiroşe bankaya Emerîkî Blackstone.
Biryara firotina avahiya dîrokî ya li navenda Mîlanê ku buhayê wê 120 mîlyon dolar e, duh êvarê di Konseya Rêveber a RCS Mediagroup de hat dayîn. Komîteya Karên Nivîsandinê ya rojnameyê bi tundî li dijî biryarê derket.
Hat ragihandin ku biryara firotinê, di çarçoveya plana pêşvebirinê ya 2013-2015'an de hatiye stendin.
Xebatkarên rojnameyê ev çend mehin hewl didin li dijî "firotina erzan" derdikevin. Komîteya redaksiyonê nerazîbûnê nîşan dide ku biryar wê zerarê bide nasnameya rojnameyê û destnîşan kir ku firotina avahiyê ji kargehek spekulatîf a mîna Blackstone, dê serbixwebûna rojnameyê têxe xeteriyê.
Komîteyê ragihand ku eger ev pêvajoya firotinê dewam bike ewê mijarê li dijî rêveberiya RCS Mediagroup bibe ber destê dadgehê.