Ciwanên Kurd xwe ji bo Festîvala Engîn Sîncar re amade dikin

Ciwanên Kurd li Fransayê xwe ji bo 13’emîn Festîvala Çand û Sporê ya Engîn Sîncar tê lidarxistin amade dikin.

Festîvala ku her salê li Parîsê tê kirin, îsal wê li Tesîsên Sporê ya Sersellesê 26’ê Gulanê roja Yekşemê lidar bixe.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li ciwanên Kurd ên Fransayê dijîn kir ku bi xurtî tevlî festîvalê bibin.

Tevgera Ciwanan di çarçoveya festîvalê de bi bangên ‘Tecrîdê bişkînin, Rêbertiyê Azad bikin’, ‘Felsefe û ruhê Rêbertiyê li festîvalê bigihê jin hev’, ‘Bibin dengê berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirî’ û ‘26’ê Gulanê di festîvala ciwanan de bên ba hev’ bang li ciwanan kirin.

Li gorî organîzetoran, turnuvayên di çarçoveya festîvalê de wê saetên sibê bên lîstin, bername jî wê saet 10’ê destpê bike. Festîvala ku wê turnuvayên tenîsa mêze, badmînton, voleybol, futbol û stranc bê lîstin de wê îsal jî bi beşên cuda lîstik bên kirin, kom û kesên pile jî bigirin bên xelatkirin.

Wê li ser dikê Seyda Perînçek, Denîz Deman, Farqîn Azad û Koma Zarokên Rojê yên mûzîkê derkevin ser dikê û dîsa komên govendê yên gel derkevin ser dikê.

Festîval li Sarcelle a bonliyoya Parîs navnîşana 95200 “Espace Champ de Foir Route de Refiuzniks” pêk were.