Çeteyên DAIŞ'ê taxên kurdan kirine bin ambaroyê
Çeteyên DAIŞ'ê taxên kurdan kirine bin ambaroyê
Çeteyên DAIŞ'ê taxên kurdan kirine bin ambaroyê
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wê kurd in dorpêç kirine û ambargo li ser ferz kirine.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin ji çerxeriya Cendûl û heta devera Kastêlo ên bajarê Helebê di navbera Komên çete yên DAIŞ'ê û çekdarên Artêşa Azad de pevçûn rûdidin. Hate gotin ku pevçûn di navbera Tûgaya 16'an a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad û DAIŞ'ê de bûn. Hate zanîn ku pevçûn piştî êrîşa komên çete yên DAIŞ'ê li ser benda kontrolê ya Kastêlo ku di bin kontrola DAIŞ'ê de debû destpêkiriye.
Çavkaniyan destnîşankirin ku piştî pevçûnan komên çekdar ên DAIŞ'ê riyên ketin û derketina herêmê bakurê Helebê ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî di nav de girtine û nema dihêlin welatî biçin û werin. Her wiha komên çete yên DAIŞ'ê rê nadin ku madeyên ferz û xwarin jî derbasî herêmê bibe. Li ser vê yekê welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nerazîbûn xwe nîşan dane.
Li aliyê din jî hate gotin ku şêniyên taxên li bakurê Helebê ku ketine destê komên çete yên DAIŞ'ê koçber dibin û malên xwe terk dikin. Hate zanî ku herî zêde welatî ji taxên Heyderiyê ber bi Şêxmeqsûd ve koçber dibin.
Hate gotin ku pevçûnên li herêma di navbera Kestêlo û çerxeyêya Cendûl ku di navbera DAIŞ'ê û komên çekdar ên Artêşa Azad de cih bi cih didome.