Cemed bihele dê rewşa cîhanê wiha be!
Cemed bihele dê rewşa cîhanê wiha be!
Cemed bihele dê rewşa cîhanê wiha be!
Kovara National Geographic nexşeyek amade kir ku bi helandina cemedên li cîhanê re nîşan dide ka cîhanê têkeve kîjan rewşê.
Kovarê di nivîsa xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku pêşeroja gersêrka me ne ronî û vekiriye û destnîşan kir ku di sala 2012'an de bi bilindbûna rêjeya gaza li atmosferê hatiye belavkirin re, alarma xeteriyê lê daye.
Kovarê hişyariya zanyaran a ku diyar dikirin, ku eger bi vî rengî gaz li atmosferê were belavkirin, dê germahiya hewayê 4.6 pile zêde bibe bibîr xist û ragihand ku ti ji senaryoyên ji bo sala 2100 tê amadekirin, xweşbîn nînin.
Li gorî nûçeya kovarê, eger ev nêzîkatiya xemsar a li klîmayê dewam bike, dê cemed bihele û derya dê bi 66 metreyan bilind bibe.
Zanyar bibîr dixin ku li cîhanê heta niha 5 mîlyon hezarmetrekup cemed heye û diyar dikin ku ji bo helandina vê cemedê, di rewşeke asayî de pêwistî bi 5 hezar salan ehye. Lê belê eger bi vî rengî gaz li atmosfera cîhanê bê belavkirin, dê cîhaneke bê qeşa derkeve holê. Ev yek jî tê wê wateyê ku fermaniya cîhanê dê ji 14.4 santî pileyî derkeve 26.6 santî pileyî.
Helandina cemedê dê herî hindik bandorê li welatên Portekîz, Spanya, Tirkiye, Yewnanîstan, welatên Balkanan û Norwêcê bike. Lê belê Danîmarka û Holanda dê bi temamî ji holê rabin. Dîsa bajarên Marsîlya, Bordeaûx û Rennes ên Fransayê, paytexta Îngilîstan London, bajarê Elmanya Hambûrg û bajarê Îtalya Venedîk dê di binê avê de bimînin. Li aliyê Rûsyayê jî hecma derya Hazarê dê du qat zêde bibe.
Peravên rojhilat ên Bakurê Emerîkayê bi temamî tine dibin. Florîda, Kendava Derya Meksîkayê di binê avê de dimînin. Beşek ji Kanada û Gronlandê ji binavbûnê difilitin. Emerîka Navîn jî hema hema nîvê erdê we winda dike.
Li aliyê din ê Pasîfîkê li Başûrê Asya jî rewşeke xweşbîn nîne. Beşeke mezina xakên Hîndîstan û Çînê di binê avê de dimînin. Nîvê Endonezya dê di binê avê de bimîne. Bangladeş jî wê bibe Atlantîs a nû.