Cameron: Divê di mijara Tamîlan de li Srî Lanka lêpirsînek vebe
Cameron: Divê di mijara Tamîlan de li Srî Lanka lêpirsînek vebe
Cameron: Divê di mijara Tamîlan de li Srî Lanka lêpirsînek vebe
Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron ku ji bo beşdarî civîna bilind a Civata Neteweyên Îngilîz bibe li Srî Lankayê ye, li bakurê welêt bi lîderên komên Tamîl û gelê Tamîlê re hevdîtin kir.
Cameron li ser îdîaya ku Srî Lanka li dijî Tamîliyan mafê mirovan binpêkiriye axivî û hişyariya destpêkirina lêpirsînekê da. Cameron diyar kir ku venekirina lêpirsînê heta niha şaşiyeke û anî ziman ku wî der barê mijarê de li dokûmanterekê temaşe kiriye. Cameron got, "Dîmen tirsnak bûn. Divê hikûmet bersivê bide hin pirsan."
Civata Neteweyên Îngilîz biryar da ku civîna xwe ya îsal a bilind li Srî Lankayê lidar bixe rastî rexneyan hatibû û Serokdewletên Qanada, Hîndîstan û Maûrîtîûsê dabûn xuyakirin ku ew civînê boykot dikin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di daxuyaniya xwe ya meha Gulanê de dabû xuyakirin ku bi komkujiya li dijî Pilingên Tamîlê re di nava 4 salên dawî de hurmet ji maf û azadiya bingehîn re nehatiye nîşandan û hikûmetê daxwaza lêpirsîna li ser îdîayên binpêkirina mafên mirovan a di dema şerê navxweyî de, bicih neaniye.
Komên Tamîlê yên li Srî Lankayê, ji destpêka salên 1970 û pê ve, ji ber ku Bûdîzm weke ola fermî hat îlankirin, zimanê Tamîlê weke yek ji zimanê fermî nehat îlankirin û li dijî Tamîliyan cihêkarî hat kirin, xwe birêxistin kirin û bi navê Pilingên Tamîlê dest bi têkoşîna çekdarî kirin. Artêşa Srî Lankayê di salên 2008-2009 de li dijî Pilingên Tamîlê komkujiyek kiribû.