Bilbilê azadiyê yê bexçeyê Kurdan: Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo ku her tim mizgîniya 'biharê' dida Kurdan û di stranên xwe de rastiya gelê Kurd, êşa ji ber parçebûna Kurdistanê vedigot, di nava 41 salî de 14 albûm amade kir û 4 caran sirgûnî dît. Di 9'ê Adara 1989'an de ji nava me koç kir.

Beriya niha bi 31 salî 'Bilbilê azadiyê yê bexçeyê Kurdan' ji nava me koç kir, lê belê berhemên wî hîn jî li ser zimanan e. Em qala wî dengê xurt ê Rojavayê Kurdistanê, qala Mihemed Şêxo dikin.

Xwediyê gotinên, "Ey zindîno, dema ku ez mirim min veneşêrin mîna her kesî / Gora min li quntara çiyê bikolin / Kêla gora min bila du kezî bin / Her Adarê min hişyar bikin / Ku dilê we hemûyan xweş bikim/"

Di nava muzîka Kurdî de dema dawî hewl tê dayin ku hin nêrînên çewt ên mîna "Huner di ser polîtîka û îdeolojiyê re ye" û "Huner ji bo hunerê ye" bê ferzkirin. Lewma jî muzîka Kurdî salên dawî gelekî lawaz bûye. Lê tevî vê yekê jî têgîna demê 'ya rast' û 'ya sexte' ji hev cihê dike.

Ya ku Mihemed Şêxo 'mîna her kesî venşart' û 'her Adarê ew hişyar' kir ew bû ku wî rastiya gelê Kurd û parçebûna Kurdistanê di dilê xwe de hilgirt û ti carî nebû hunermendê komekê yan jî tebeqeyekê.

Mihemed Şêxo di temenê xwe yê 41 salan de ku li çar parçeyên Kurdistanê û sirgûnê derbas kir, bi berhemên xwe cihê xwe di nava dilê Kurdan de girt.

Mihemed Şêxo ku navê xwe yê rastî "Mihemed Salih Şêxmûs" e, di sala 1948'an de li gundê Girbawî yê Qamişloyê li nava malbateke xizan ku ji 11 zarokan pêk dihat ji dayik bû. Ew zarokê destpêkê bû.

Mihemed Şêxo di 11 saliya xwe de çû dibistanê, lê ji ber derfetên kêm ên madî neçar ma di pola 3'emîn de dest ji dibistanê berde. Mihemed Şêxo di temenê biçûk de hînî bikaranîna tembûrê bû. Li Qamişloyê geleke hunermend nas kir, lê belê herî zêde Aramê Tîgran bandor lê kir.

Mihemed Şêxo di sala 1969'an de ji bo karê xwe yê hunerê xurt bike çû Lubnanê, piştî ku 2 salan perwerdeya muzîkê wergirt koma muzîkê ya bi navê "Serkeftin" ava kir.

Koma ji gelek hunermendên ciwan pêk dihat, mîna Ramazan Omerî, Mehmûd Ezîz, Peruîn, di demeke kurt de ji aliyê gel û hunermendên Lubnanê ve hate hezkirin. Mihemed Şêxo piştre derbasî Bexdayê bû û li beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê stranên xwe 'Bisk' pêşkêş kir.

Mihemed Şêxo piştre vegeriya Rojava, li vir albûma xwe ya destpêkê bi navê "Ay Gewrê" çêkir. Hingî zext û zordariya dewleta Sûriyeyê giran bû.

Rejîma Sûriyeyê ku ji berhemên Mihemed Şêxo aciz bû, bi "birîna tiliyên" wî gef lê xwar. Wî jî bersiva "ez ê jî bi zimanê xwe bistirêm" da û vê carê jî gefa "em ê zimanê te jê bike" û wî jî bi gotina "Ez ê hingî bi çavên xwe bêjim, gelê min wê ji min fêhm bike" kesayetiya xwe ya bêtawîz nîşan da.

Ji ber zext, destgîrkirin û girtinê Mihemed Şêxo neçar ma derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Li wir tevlî pêşmergeyan bû û di heman demê de hunera xwe dewam kir.

Mihemed Şêxo ku têkoşîn û huner bi hev re meşand, piştî ku pêşmerge têk çûn û vekişiyan Rojhilat, ew jî bi wan re derbasî Rojhilat bû. Li wir jî hunera xwe dewam kir, di heman demê de mamostetî kir. Rejîma Îranê jî bi wî hesiya.

Ji ber ku di straneke xwe de digot, "Ey felek/ ji bo çi bextê me hoye/ Em bê dost û bê kesin" kete ber lêpirsînê.

Mihemed Şêxo ku weke "Bavê felekê" jî dihate naskirin, pêşniyar lê hate kirin ku eger di stranên xwe de li şûna gotina Kurdistanê gotina "Gulistan" biguherîne wê stranên wî li Radyoya Tehranê bên weşandin. Mihemed Şêxo ev yek qebûl nekir, lewma doz lê hate vekirin.

Piştî 11 salên li sirgûnê vegeriya xaka xwe Qamişloyê. Ti carî nebû hunermendê komekê yan jî kesekî.

Mihemed Şêxo ku stranên xwe hemû li ser rastiya gelê Kurd û êşa parçebûna Kurdistanê got û bal kişand ser netewetiya Kurdan, di stranên xwe yên eqş û evînê de jî destnîşan dikir ku bêyî welat evîn nabe evîneke rasteqîn.

Mînak; di straneke xwe ya evînê de ya bi navê Gulîzar dibêje "ez ê rûniştîme bin dara gulê, gula Kurdistanê" û bi vî rengî cihê welatê xwe weke cihê eşqê destnîşan kiriye.

Di stranên xwe hemûyan de li gotina "gul"ê Kurdistan neqişandiye. Di gotina "Bilbil" de jî dibe ku xwe, yanî gelê Kurd ê welatparêz destnîşan kiribe. Helbesta "Ay lê gulê" ya Cegerxwîn jî bi vê hestê kir stran.

Dema ku got, "Ez gulê nadim malê dinê/ Li ser gulê têm kuştinê" helwesta hunermendê rasteqîn nÎşan da.

Di strana "Welat welat" de bi gotina "Welat, welat pir şirîn welat / Taca cîhanê, xemla rojhilat / Gelê dor wan tazî û pêxas / Tew hov û nezan bûn / Nêrgiz ketin bin destê neyar / Îro bûne rênçber, birçî û hejar / Gel tev serbest bûn em kurd man bê war / Em bê bihar man, dema me nehat" bal kişand ser rastiya dîrokî û civakî.

Hunermend Mihemed Şêxo ku bi rengê azadiyê hunera xwe afirand, her wiha bi hewldaneke bêhempa hewl da reseniya çand û muzîka Kurdî biparêze.

Xwediyê stranên "Ay lê Gulê, Heps û Zindan, Ey Felek, Nesrîn, Gulîzar ve Dêrsim û Agirî" di 41 salên temenê xwe de 14 albûm afirand û 4 caran sirgûn bû. Di 9'ê Adara 1989'an de li Qamişloyê koça dawî kir.

Wî bi çavên xwe nedîtibe jî welatê ku wî jê re "Bihuşta rengîn" digot îro li Rojava şîn bûye. Di afirandina vê yekê de jî hest û fikrên wî xwedî pareke mezin e.