Bîlançoya Haiyan a li Fîlîpînan her diçe giran dibe

Bîlançoya Haiyan a li Fîlîpînan her diçe giran dibe

Rayedaranên Fîlîpînan dan xuyakirin ku heta niha 1800 mirovan ji ber bagera Haiyan jiyana xwe ji dest dane, 2600 kes jî birîndarin. Lê belê li gorî Serokdewletê Fîlîpîniyan Aquîno ev hejmar 2500 e, li gorî rayedarên herêmî jî zêdeyî 10.000 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Neteweyên Yekbûyî kampanya alîkariyê da destpêkirin.

Bagera Haiyan ku roja Înê li Fîlîpînan xist bîlançoyeke giran li dû xwe hişt. Rayedarên Fîlîpîniyan dan xuyakirin ku li gorî daneyên dawî yên fermî 1833 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2623 kes jî birîndar in û hejmareke zêde mirov winda ne.

Lê belê Serokdewletê Fîlîpînan Benîgno Aqûîno ji CNN re ragihand ku li gorî daneyên gihaştine ber destê wî 2500 mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi fikar e ku hejmara miriyan bigihêje 10.000 kesî. Lê li gorî rayedarên herêmên herî zêde ketine bin bandora karesatê, hejmara miriyan 10 hezar derbas kiriye.

Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya însanî dest bi kampanya ji 301 Mîlyon Dolarî kir û di vê çarçoveyê de bang li dewletên endamên xwe kir.

Ji ber ku bi deh hezaran mirov bê cih û war mane, gelê Fîlîpînan  bi xeteriya birçîbûn û nexweşiyên şewbê re rû bi rû ye.