Bi wesîleya Roja Şano jixweberiya bi Kurdî
Lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêkanîna promiyera şanoya jixweberî ya bi Kurdî re, 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê pîroz kirin.
Lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêkanîna promiyera şanoya jixweberî ya bi Kurdî re, 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê pîroz kirin.
Lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêkanîna promiyera şanoya jixweberî ya bi Kurdî re, 27'ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê pîroz kirin. Performansa jixweberî wê her rojên În û Şemî yên meha Nîsanê li Sînema Cep a Bûrhan Karadenîz bê pêşkêşkirin.
Lîstikvanên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê bi wesîleya Roja Şano ya Cîhanê, promiyera lîstika jixweberî, ku nivîs û dubareya we nîne, pêk anîn. Di performansa li Sînemaya Cep a Bûrhan Karadenîz de lîstikvanan Kemal Ûlûsoy, Leyla Batgî, Yavûz Akkûzû, Elvan Koçer, Emîn Yalçinkaya, Bora Çelîk, Gulê Ûlûsoy, Rêzan Kaya, Vûral Tantekîn, Berfîn Emektar, Rûgeş Kirici û Nazim Hîkmet Çalişkan hunera xwe nîşan dan.
Di performansa ku ji teknîkên jixweberî yên li cîhanê tên bikaranîn hin mînak hatin nîşandan de, forûmeke gerdûnî li gorî rewşa herêmî hat amadekirin û bi formata dengbêjiyê jixweberî hat kirin. Di performansa ji du perdeyan a her yek jê 45 deqeyan dewam kir de, 12 çîrokên cuda ji xwe ber hatin lîstin.
Li dû lîstikê, Serokê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin Mûharrem Cebe kulîlk da lîstikvanan û spasiyên xwe pêşkêşî wan kir.
Performansa jixweberî ya lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê her rojên În û Şemî yên meha Nîsanê li Sînema Cep a Bûrhan Karadenîz bê pêşkêşkirin.