Bi pirtûkekê parçeyek ji rastiya Başûr

Pirtûka Çiya Hawar Celalbeg a “Azadbûna ji deryayê, xeniqîna li girtîgehê” hate nasandin.

Pirtûka Çiya Hawar Celalbeg a binavê “Azadbûna ji deryayê, xeniqîna li girtîgehê”, li hola Rêxistina Geşepêdana Medenî ya li Silêmaniyê hate nasandin.

Çiya Hawar ciwanekî xelkê bajarê Silêmaniyê ye, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Azadbûna ji deryayê, xeniqîna li girtîgehê’ de qala serpêhatiya xwe ya ji deryaya Egeyê heta girtîgeha Akrê dike.

Nivîskarê pirtûkê Çiya Hewar a ku Nivîskar Dixtor Şêrzad Hesen bergê destpêkê yê pirtûkê nivîsiye, di pirtûka xwe de bal kişandiye li ser sedemê koça ciwanan a ji derveyî welat û got: “Divê jiyana ciwanên Başûrê Kurdistanê di nava ewlehiyê de be, ji bo ku êdî ciwan kom bi kom neçar nebin ku bikevin li ser rêyên ji derveyî welat, zehmetî û xeteriyan nejîn.

Di çîrokê de, ciwanek di temenê 20 saliya xwe de ji şerê navxweyî aciz dibe û dikeve li ser rêyên qaçax ên Ewrûpayê. Gelek bajar û navçeyên Bakur derbas dike heta digihêje Stenbolê. Ji wir bi rêya keştiyên qaçax dixwaze biçe Ewrûpayê, keştî di rêde xirab dibe. Li gel wî 28 kes di nava deryayê de dixeniqin, Çiya ji ber ku baş melevanî dizanî rizgar dibe. Lê belê polîsên Tirk wî digirin û piştî çend roj lêpirsînan radestî PDK’ê dikin. Ji bo Çiya êdî li zindanên nav û deng ên PDK’ê rojên bi êşkence dest pê dike.

Trajediya ku Çiya li girtîgehê dijî, di pirtûkê de hatiye vegotin.