Bi hunera xwe jin, civak û xwezayê nîşan didin

Xwendekarên Atolyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla ku bi berhemên xwe yên giran buha tevlî pêşangeha 4’ê Nîsanê ya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne, bi berhemên xwe yên jin, civak û xwezayê nîşan dide, bal dikişînin.

Bi boneya 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal bi pêşengtiya Komîteya Perwerdehiya Mexmûrê de pêşangeheke ya berhemên xwendekar û Atoleyay Hunerê Destan a Şehîd Delîla tê vekirin. Îsal jî di vê çarçoveyê de 2’yê Nîsanê pêşangeh bi tevlîbûna berhemên gelek xwendekaran destpê kir û taybet berhem û mijarên tabloyên Atolyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla mohra xwe li pêşangehê da.

HÊVÎ ASTENGÎ NAS NAKE Û DIBE SERKETINÊ

Dema mirov bi biryar û xwedî dozekê be û ji bo serketina wê dozê têkoşînê bike, ti astengî û bend xwe li ber nagire û hildiweşin. Nimûneya vê ya herî berbiçav jî têkoşîna domdar a azadiya ya zarokên geleke penaber ên Mexmûrê ne.

Mexmûr xwedî nasname û dîrokeke têkoşînê ya li ber zilmê û meşa azadiyê ye. Di vê meşê de tevî zorî û zehmetiyên jiyanê jî, yek kêlî bê hêvî û berxwedan derbas nekiriye. Di vê meşa 27 salî de bi gelek rêbazan vî gelî têkoşîn û jiyana xwe ya bi wate nîşanî her kesê da.

JI SALA 2004’AN VE BI SEDAN XWENDEKAR HÎN KIR

Yek ji van rêbazan jî piştî sala 2004’an a hilweşandina rejîma Baasê ya Sedam Huseyîn a avakirina atolyeke ya wênesazî (Şêwekarî) destpê kir.

Atolyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla ku di bin sêwana Weqfa Jinan a Mexmûrê de dest bi xebatê kir, wê biba cihê bi sedan zarokên ku xwe fêrî hunera wênesazî bikin, êş û azarên gelê xwe taybet Mexmûrê bi tabloyan nîşanî cîhanê bidaba.

Heta niha zêdetirê 100 xwendekar ji vê atolyeyê perwerde dîtine, perwerde didin û perwerde dibînin hene. Tevî hemû astengî û kêmbûna derfetan bûye navendeka ciwan û zarokan û wana dikişîne xwe.

Ev atolye xwedî taybetmendiyeke welê ye ku bûye yek ji sembola pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her sal rojbûna Ocalan di çarçoveya pilansaziyên pîrozbahiyê de xwendekarên Atolyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla bi tablo û berhemên xwe di pîrozbahiyê de cihê xwe digire.

Îsal jî mîna her carê ev kevneşopî dom kir, bi dehan xwendekar bi berhemên nûjen û berê, reng û rêbazên nû tevlî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de beşek mezin tablo, hunerê destan ên weke bi karton û amûrên herî û kelûpelên din xanî û avahî hatin çêkirin. Li aliyekê din wêneyên serboriya jiyana wargehê û çalakiyên cihêreng, wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîsa îsal ji salên din cudatir beşek ji bo dibistana Navenda Hêvî ku xwendekarên wê otîzim û downsendrumin hatibû veqetandin. Her wiha helbestên zarokên dibistana seretayî, navîn û amadeyî jî cihê xwe li pêşangehê girtin.

Eleqeyek zêde ya ji bo pêşangeha 2’yê Nîsanê hate nîşandan. Bi dorê ve dibistanên amadeyî, navîn, seretayî û dîsa sazî û welatiyan berê xwe dan salona pêşangehê û li hunerên zarokan û ciwanên penaber mêze kirin.

Têkildarî vê pêşangeh û xebatên wê me nêrînên çend xwendekarên Atloyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla girtin.

MAMOSTE BERÊ WÊ DA ATOLYÊ

Xwendekara bi navê Hêvî Bûldan ku nêzî 10 salan e li atolyeyê kar dike û niha jî weke mamosteyek li atolyeyê kar dike diyar kir ku hê ji zarokatiyê ve bala wê hunera wênesaziyê kişandiye û got: “Dema min dibistan dixwend, li ser kifşkirina min a ji aliyê mamoste ve ez vexwendim cihê atolyeyê ji bo baştir li ser vê qadê perwerde bibînim.”

BERHEMÊN WÊ JIN Û CIVEK E

Bûldan diyar kir ku xebatên li atoliyeyê dimeşînin piranî xwe perwerdekirin û perwerdekirina xwendekar û ciwanan a karê hunerê ye wiha domand: “Piranî berhemên me li ser jiyana civakî û bûyerên li nava civakê rû didin e.”

Hêvî Bûldan diyar kir ku heta niha gelek pêşangehê bi berhemên Atolyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla li Hewlêr, Silêmanî, derveyî welat pêk hatine.

Têkildarî Pêşangeha 4’ê Nîsanê ya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hêvî Bûldan diyar kir ku salane ji bo Rojbûna Ocalan pêşengehek di bin sêwana atolyeyê de pêk tê û wek atolye pêşangehê vedikin. Bûldan diyar kir ku îsal jî bi berhemên cuda pêşangeh dane vekirin. Bûldan anî ziman ku mijara tebloyên wan jî bûyer û pêşketinên civakî û siyasî ne û got: “Bi du tabloyan beşdarî pêşangehê bûm e. Di van tabloyên xwe de giranî daye jinê û rola jinê ya bi xwezayê re.”

BERHEMÊN ATOLYEYÊ EW KIŞAND XWE

Yek ji xwendekarên din ê bi navê Serkan Bîlen e, ew jî nêzî 2 sal in di bin sêwana Atolyeya Hunerê Destan a Şehîd Delîla de karê hunerê dike. Bîlen yek ji wan ciwanan e ku hunerê li atloyeyê dihate çêkirin bû sedem ku bala wî bikişîne û wî ber bi wê dehf bide ye. Bîlen anî ziman ku wêne û tabloyên ku li atoyeyê dihate çêkirin bala min kişand û ez kişandim xwe û wisa tevlî kar bûm.

ÇANDA KURDÎ NÎŞAN DIDE

Bîlen destnîşan kir ku mijarên şer, xwez û xweşî yên bala mirova dikişîne dike mijara xwe û xêz dike û got: “Bi hunera xwe dixwazim jiyana xwe û rewşa xwe pênase bikim û bidin mîşandan.”

Bîlen bi 3 berheman weke du dîkilên ku şerê hev dikin, xwexa û papaxanan tevlî pêşangehê bûye û wiha pêde çû: “Bi van tabloyên xwe rewşa xwezayî ya jiyana Kurdan xwest bidim nîşandan.”

Herî dawî Serkan Bîlen diyar kir ku tevî astengî û nebûna derfetan jî ew karê xwe didomîne û bang li ciwanan kir ku karê hunerê bikin.

MIJARA TEBLOYÊN WÊ JIN E

Sevda Yaman jî yek ji xwendekarên din a 3 sal in li atolyeyê ye ku bi 2 berhenên reş û spî tevlî pêşangehê bûye ye.

Yaman diyar kir ku zêdetir heza wê li ser pênûsa dar û wênesaziya reş û spî heye û di wî warî de zêdetir xêdan dirêjîne û kar dike. Yaman destnîşan kir ku bi tabloya xwe ya jinek ku baskê wê şikestî tevlî pêşangehê bûye û bi vê yekê zorî û zehmetiya jinê ya li nava civakê bide nîşandan û îfadekirin.

BERÊ XWE DA XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATÎ

Bêwar Îzer yek ji wan xwendekarê ku di temenê biçûk de berê xwe daye Atolyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla ye. Îzer anî ziman ku 7 sal e bê navber li atolyeyê kar dike û yek ji xeyalê wî yên zarokatî bû û got: “Min dixwest bi mijara hunerê de tim xwe pêş ve bibim û serketinên mezin bi dest bixim.”

XWEZAYÊ LI SER TABLOYAN ZINDÎ DIKE

Piştî salên dûr û dirêj û zehmet Îzer dikare êdî bi rehet daxwaz, kêş û kêfxweşiyên xwe li ser tabloyan zindî bike û bide nîşandan û wiha pêde çû: “Bandora xwezayê pir li ser min heye û zêdetirî xwe tabloyê xwe xwezayê nîşan didim. Ji ber her diçe xweza û lawirên xwezayî tên texrîbkirin, ji bo wê dixwazim wê rewşa xwezayê bi mirovan bidim nîşandan.”

Ji bo hemû berhem û pêşangehê eleqeyek zêde ya gelê wargehê heye û di nava van sê rojan de wê tim pêşangeh vekirî be û her kesê bixwaze dikare biçe pêşangaha li salona konferansê hatî vekirin bibe.