Bi darbûkayê xwe da jiyanê

Mahmût Îsmaîl Bekir ê ku ji zikmakî ve berasteng e, bi darbûkaya xwe nehiştiye jiyana wî were dizîn.

Mahmût Îsmaîl Bekir diyar kir wî di 6 salî de dest bi lêdana darbûkayê kir û ji ber ku her du destên wî seqet bûn zarok ji ber wî direviyan.

Mahmûd ê ku di sala 1976’an de ji dayik bûye wisa qala naskirina darbûkayê kir “Di zaroktî de bala min çû ser. Rojekê tevî dayik û bavê xwe em çûn Helebê. Min li sûkê darbûke dît û kêfa min gelekî jê re hat û min xwest em bikirin. Piştre darbûka ji bo min ji eleqeyekê zêdetir çêbû. Êdî darbûkaya min hebû.”

Mahmûd diyar kir her dem dayika wî jê re digot “Xwe kêm nebîne” û axaftina xwe wisa domand “Min xwe ji kesên ‘saxlem’ biçûktir nedidît. Di dema dibistanê de ji min direviyan, zarok ji destê min ditirsiyan. Ji ber ku ez zarok bûm min fêm nedikir. Ez xemgîn dibûm, hevalê hemû kesan hebû lê yên min tunebû. Rojekê min darbûkaya xwe bir dibistanê û min li wir lê da. Zarok li dora min kom bûn.Bi rêya darbûkayê zarokan tirsa xwe şikandin û nêzî min bûn. Piştî wê demê êdî hevalên min çêbû, hevaltiyeke samîmî bi hev re danî.”

DARBÛKA ÊDÎ PARÇEYEKÎ WÎ YE

Mahmûd diyar kir milê wî kin û tiliyê wî tuneû got “Darbûka bi destan tê lêxistin û destê min seqet e. Darbûka êdî destê min e û parçeyekî bedena min e. Ez bibim 100 salî jî wê darbûka hevalê min ê nêz be. Bi tenê mirin dikare min ji darbûkayê dûr bixîne. Çi kesên ku ne seqet bin, çi bikin ez jî dikarim wê bikin. Ez dikarim nivîsê jî binivîsim. Heke tiştekî ku ez nikaribim bikim be, ez ê çend caran xera bikim lê ez ê piştre bikim. Min tirs û bêbawerî şikandibû. Ez carinan li kesên ku destê wan hene dinihêrim û carinan li xwe dinihêrim, li gorî min ez baştir dikim. Li gorî ku destê min seqet e, ez baş darbûkayê lêdixim.”

ENDAMÊ KOMA BOTAN E

Mahmût diyar dike ew di sala 1996’an de tevlî nav Koma Botan bûye û got “Parastina çandê parastina civakê ye. Ez kêfweş im ku di nav çand û hunerê de cih digirim. Di sala 1996’an ev tevlî nav Koma Botanê bûm û min piştre navber dayê. Ev 5 sal in ez dîsa di nav Koma Botan de cih digirim. Têkiliya min û hunerê naqete.”