Bi biharê re geş dibin kovarên azadiyê
Kovarên li çiyayên Kurdistanê ku bi awayekî rêkûpêk derdikevin bi hejmarên nû û bi nivîsên balê dikişîne derketin.
Kovarên li çiyayên Kurdistanê ku bi awayekî rêkûpêk derdikevin bi hejmarên nû û bi nivîsên balê dikişîne derketin.
Kovarên li çiyayên Kurdistanê ku bi awayekî rêkûpêk derdikevin bi hejmarên nû û bi nivîsên balê dikişîne derketin. Kovarê di meha Nîsanê de derketin bi minasebeta 4’ê Nîsanê deriyên xwe ji felsefe, jiyan, îdeolojî û çanda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kiriye vekirine.
Hatina biharê ji bo xwezayê mizgîniya zindîbûnê ye. Lê li çiyayên Kurdistanê ne tenê di biharan de her tim zindîbûnek heye. Lê ev zindîbûn bi biharê re zêdetir dibe. Ji ber ku di biharê de ligel rojên girîng her wiha cangoriyên giranbuha çêbûne. Kovarên ku li serê çiyayên Kurdistanê jî weke kulîlkên biharê vedibin û bi awayekî rêk û pêk weşana xwe berdewam dikin cih dane rojên girîng û kesayetên girîng ên di demsala biharê de. Kovara Mizgîn, Tanriça Zîlan, Star, Parastina Gel, Komunar û herî dawî kovareke nû ku îsal ji aliyê KODAR’ê ve tê derxistin Netwey Dêmokratîk li çiyayên Kurdistanê weşana xwe dikin.
MIZGÎN TOVÊ ÇANDA ALTERNATÎF E
Kovara çandî, hunerî û wêjeyî Mizgîn ku ji sê mehan carekê yanî demsalane derdikeve bi hejmara xwe ya biharê derket. Kovara Mizgîn bi şîara ‘Çand, civaka dîrokî û mirovahî ye’ ji aliyê Weşanên Akademiya Şehîd Sefqan ve ku xwerû bi kurdî ye tê weşandin. Ligel zaravayê kurmancî, nivîsên zaravayê kirmanckî jî tê de hene. Kovara Mizgîn naveroka hejmara xwe ya demsalê li gorî taybetmendiyên demsalê xemilandiye. Kovara Mizgîn wekî her tim kilîda deriyê kovarê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve vekiriye. Di kovarê de nivîsên cur bi cur hene. Ligel nivîsên bîranîn, ceribandinê, nivîsên li ser çand, sînema, şano û muzîkê jî di kovarê de cih girtine. Her wiha nivîseke berfireh li ser hunermendê nemir Mihemed Şêxo jî di kovarê de cih girtiye.
DERIYÊ XWE JI 4'Ê NÎSANÊ RE VEKIR
Kovara mehane Tanriça Zîlan ku kovareke çandî, siyasî û îdeolojîk e ji aliyê PAJK’ê ve tê weşandin. Kovara Tanriça Zîlan bi kurdî û tirkî weşanê dike û di meha Nîsanê de bi hejmara 148’an derket. Kovarê di vê hejmarê de bi minasebeta 4’ê Nîsanê cih daye çîroka jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Heta roja îro guherîn û veguherînên di jiyana Rêberê Gelê Kurd pêk hatine girtiye dest. Her wiha cih daye dayika Uveyş jî. Nivîsa edîtor cih daye nameya Sakîne Cansiz ku ji bo 51’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsî ye. Name wiha ye:
"Rêberê Min
Rêhevalê min ê sewdayê,
Belkî di van saetan de tu pêgermokê divajî. Sirra hênikahiya behrê hîs dikî. Lê em, jinên sewdayê? Dengê hesreta te çepera dilê min dide zorê.
Min di fîlmekî de kêliyên ku Îsa li çarmixê didan temaşe kiribû. Bahoz radibû. Hesreteke hejîner û tûj a qasî vedana brûskan hêj zêdetir bûye. Li wê derê jî ruhê Îsa tarî veçirandibû. Piştî wê êşa mezin jin xurt bûbûn, xwe berhevkiribûn û xweşik bûbûn. Ruhê wî bi jinan re bûbû yek.
Îro roja lûtkeya herî jor a hilhatinê, vejînê, nemiriniyê, azadiyê ye. 51 salên têr û tijî… Xweşikahiya nîvê sedsalê, li hemberî hemû zemanan li ber xwe dide. Û jin di bihara azadiyê de. Navê vê biharê, bihara sewdayê. We nav lê kir. We wateya jiyanê dayê. Jin bi vê biharê re gelpik dan. Ligel qeşaxwariya bahozê jî.
Îro roja parzemîn bûye buhişt e. Ez qasî zindî dibe, nû dibe, ji nû ve diwelide, ji her tiştî zêdetir qasî azadiya xwe, qasî avê, qasî rojê ji we hez dikim. Îro bi hemû xwebûna xwe bi azadiya xwe, bi hesreta xwe, bi cewhera xwe ya şoreşgerî, bi rêhevaltiya xwe bi hemû jinîtiya xwe we hembêz dikim."
STARGEHA LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ
Kovara mehane ya bîrdozî, çandî û leşkerî Star bi hejmara xwe ya 126’an derket. Kovar bi şîara ‘Bêrîtan rûmeta me ya azadiyê ye’ ji aliyê YJA STAR’ê ve tê weşandin. Kovar bi kurdî û tirkî weşana xwe dike. Kovara Starê rûpelên xwe ji 4’ê Nîsanê re vekiriye. Nivîsên li ser 4’ê Nîsanê û nêrînên gerîlayan tê de cih girtiye. Li kêleka wê nivîsên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, pêşketinên rojevî, pirsgirêka jinê, hevpeyvîna bi Endama Komîteya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî, dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, helbest û bîranînên gerîla. Di kovarê de danasîna keleha berxwedanî û lehengiyê Heftanînê û nivîsa li ser xwarina mirtoxe balê dikişîne.
NIVÎSÊN TÊR Û TIJÎ DI PARASTINA GEL DE
Kovara mehane ya leşkerî, ramyarî û bîrdozî Parastina Gel ku ji aliyê HPG’ê ve tê weşandin bi hejmara 131’an derket. Kovar bi şîara 'HPG artêşa fedaî ya Rêber Apo ye' bi zimanê kurdî, tirkî û erebî weşanê dike. Di vê hejmarê de dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser dayika Uveyş, nivîsên li ser 4’ê Nîsanê, li ser cangoriyên meha Nîsanê û ji pênûsên cangoriyan nivîs, bîranînên gerîlayan û gelek babetên cur bi cur di kovarê de cih girtine. Nivîsên li ser cangoriyan û bîranînên gerîlayan kêliyên hestyar dide jiyandin.