'Bêrû' di Festîvala Çanda Kurd a Parîsê de hat pêşandan

Teatra Jiyana Nû, lîstika bi navê ‘Bêrû’ li Şanoya Blanc Mesnîl di çarçoveya Festîvala Çanda Kurd a Parîsê de hat pêşandan.

Lîstika Bêrû di çarçoveya Festîvala Çanda Kurd a Parîsê de ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Enstîtuya Raman û Lêkolînên li ser Kurdistanê (IREK), Çand û Hunerê ya Kurdistanê, Komeleya (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrand ve bi hevparî tê organîzekirin, li Şanoya Blanc Mesnil hat lîstin. Lîstika Dario Fo ya bi Kurdî ku rastî eleqeyek mezin hat, ji aliyê Teatra Jiyana Nû ya ku bi salan e di nava Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) de xebatên xwe dimeşîne, derket ser dikê.

Di çarçoveya Festîvala Çanda Kurd a Parîsê de, danê êvarê lîstikvanên lîstika ku tevlî festîvalê bû, li bajarên cuda yên Fransayê bi gelê Kurdistanê re hatin cem hev, danê êvarê li Şanoya Blanc Mesnil derketin ser dikê. Koma şanoyê ya ji welêt piştî demeke dirêj cara yekem bi temaşevanan re hat cem hev, kom ji sala 1991’ê vir ve li NÇM’ê lîstikan pêşkêş dike.

Lîstika "Teatra Jiyana Nû" ku gelek lîstikvanên wê hatin girtin û lîstikên wê hatine qedexekirin, bala temaşevanan kişand.

Tê çaverêkirin ku kom li deverên din ên Ewropayê jî lîstikan li dar bixe.

FESTÎVAL DEWAM DIKE

Festîval wê roja şemiyê saet di 13:00 de li qada 10. a Parîsê ya Rue Metzê bi konsera kolanan û roja Yekşemê jî saet di 14:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê bi lokalîna dengbêjan berdewam bike. Festîvala ku wê di nava hefteyê de bi pêşangeha wêneyan, atolyeya zarokan, panela çandê û bi konserê fînalê bike, wê 28'ê Gulanê roja Şemiyê bi dawî bibe.