Berpirsyariya kuştina 2 endamên Hrîsî Avgî, rêxistineke çep girt ser xwe
Berpirsyariya kuştina 2 endamên Hrîsî Avgî, rêxistineke çep girt ser xwe
Berpirsyariya kuştina 2 endamên Hrîsî Avgî, rêxistineke çep girt ser xwe
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, berpirsyariya êrîşa çekdarî ya li hemberî buroya partiyê ya Berbanga Zêrîn (Hrîsî Avgî) ya neteweperestê dijwar, ji aliyê rêxistineke bi navê "Komên Gel ên Şoreşger ên Têkoşer" ku yekemcar navê wê tê bihîstin, bi daxuyaniyekê hat wergirtin.
Ajansa Nûçeyan a Yewnan ANA-MPA diyar kir ku rêxistina mijara gotinê bi daxuyaniyek ji 18 rûpelan a ji malpereke nûçeyan a înternetê re şand, berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.
Hat ragihandin ku êrîş weke bersivdayîna bûyera hunermendê çepgir Pavlos Fîssas ê di meha Îlonê de li Keraçînî ji aliyê endamê Berbanga Zêrîn Yorgos Rûpakîas ve hat kuştin, hatiye lidarxistin.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, li dû kuştina Fîssas a bi kêran, di êrîşa çekdarî ya li dijî buroya Berbanga Zêrîn a li Nea Heraklîonê de du kesên 20 û 22 salî jiyana xwe ji dest dabûn, yek jî bi giranî birîndar bûbû.