Berlusconî partiya xwe ya berê cardin ava dike
Berlusconî partiya xwe ya berê cardin ava dike
Berlusconî partiya xwe ya berê cardin ava dike
Piştî cezayê girtîgehê yê li Îtalya girtî şûnde Sylvio Berlusconî ku ber bi dawiya jiyana xwe ya siyastê, bi hemleyekî nû hewl dide xwe li ser piyan bigire. Serokê berê yê partiya Forza Îtalia ya ku di sala 2009’ê de girtî dixwaze cardin ava bike.
Bi hinceta ku bac revandiye ku salekê jêre cezayê girtîgehê hate dayîn Sylvio Berlusconi yê siyasetvanê rastgir yê Îtalya diyar kir ku wê partiya xwe ya berê bi navê Haydê Îtalya (Forza Italia) ava bike. Berlusconi diyar kir ku ev biryar bi yekitiya dengan ya endamên partiya Gelê Azadiyê (PdL) ku hevkara desthilatdariyê ye girtiye. Lê belê dengdan bi bê tevlîbûna serokwezîrê PdL tevlî bibe pêk anîne.
Serokwezîrê berê diyar kir ku wê ji niha şûnde Forza Îtalia piştgiriya Enrico Letta ku navenda wê hikûmeta çep-rastgir heye bike.
Sylvio Berlusconi Angelio Alfano yê ku di nava hikûmeta koalisyonê de alikarê serokwezîre û di nava partiya xwe de weke ‘kevokan’ tê nasîn vexwande yekitiye komê. Serokwezîrê kevn diyar kir ku pirsgirêkên di nava partiyê de ‘nehevkirinên şexsîne’ û got ku, ‘emê di daxwaza xwe ya yekitiyê de berdewam bikîn’.
Alfano û yên ku li gel wî di dawiya Îlonê de bi armanca zext kirin li ser hikûmetê piştî daxuyaniyên wan yên şûnda kişana wezîrên xwe şûnda li dijî Berlusconî alên serhildanê rakiribûn.
JI BO NE WINDAKIRINA DESTHILATDARIYA XWE GEFA LI LETTA DIKE
Li aliyê din Berlusconi ji ber sedema sucê revandina bacê ku salek cezayê giran yê girtîgehê girtibû bi wergirtina dengên Senatoyê li ber windakirina kursiya xwe ya di senatoyê de ye. Berlusconî li ser mijarê dîsan gef li serokwezîr Enrico Letta kirin.
Berlusconi Partiya Demokratîk ya ku Enrico Letta jî endamê wê ye biryara wan ya ku di dengdanê de ku xwastibûn sanatoyê bixin gefa wan ya ku xwe ji sanatoyê bikişînin cardin bi bîr xistin. Serokwezîrê berê got ku: “Ger tiştek wiha çêbe, ‘lêpirsîna bi alî’ biryara ku hatiye dayîn weke hevalbendek li saziya wezîran karkirina me wê gelek zûr bibe.”
Berlusconi sucên xwe yên tên zanîn dubare kir parastina cezayê ku hakiman ji bo dawî anîna kariyera wî ya siyasetê kir.
Partiya bi navê Forza Îtalia ku di sala 1994’ê de ji aliyê Sylvio Berluscni ve hatiye damezrandin û di sala 2009’ê de rawestand. Ji wê dîrokê şûnde tevgera Berlusconi di bin çatiya PdL de faaliyetên xwe di meşîne.