Berhema ronesansa çanda Kurdan: Şivanê Kurmanca

Romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo ya ku yekemîn romana bi Kurdî ya li Sovyetê ye, li Tirkî hate wergerandin.

Dema Erebê Şemo destxeta Şivanê Kurmanca dide Maksîm Gorkî, Gorkî dibêje ‘Gelê Kurd bi zimanê Erebê Şemo diaxive.”

Gorkî di vir de dibêje ku kedkarên Kurd ên li kanan dixebitin bi Şemo re heman zimanî diaxivin. Gorkî balê dikişîne ser vî tiştî ku Erebê Şemo zimanê kedkarên Kurd ne bi tenê li Kurdî di heman demê de wekî kedkar jî vediguhezîne.

Erebê Şemo yê ku li gundê Sûsiz  a Dîgorê Qersê ji dayik dibe, li Ermenistana Sovyetê romana bi navê ‘Şivana Kurmanca’ dinivîse. Ev yekemîn romana bi Kurdî ye. 

Romana Erebê Şemo berê du caran li Tirkî hatiye wergerandin. Weşanên Yazilamayê careke din ji çapa wê ya pêşîn wergerand Tirkî. Wergêr Ozkan Oztaş derbarê Şivanê Kurmanca û Erebê Şemo ji ajansa me re axivî.

Oztaş diyar kir ku xebata wan bi berhevkirina berhemên bi Kurdî yên li Yekîtiya Sovyetê dest pê kiriye û got “Di sala 2016’an de me li ser ‘Hunera Kurdan a li Yekîtiya Sovyetê’ weşand me dît derbarê dîroka Kurdan gelek berhemên pêşîn li vir hatine weşandin. Yek ji van jî romana Şivanê Kurmanca ye. Wergera yekemîn a vê romanê di sala 1977’an de ji aliyê Weşanên Ozgurluk Yolû hatiye kirin. Ev jî ne ji Kurdî lê ji Fransî wergerandine Tirkî. Li gorî çavkaniyan ev xebat berê ji Kurdî wergerandine Rûsî, piştre li Fransî û dûre dîsa li Kurdî hatiye wergerandin. Herî dawîn jî li Tirkî hatiye wergerandin. Di sala 1978’an de jî Ganî Bozarslan werdigerîne. Hin beşên vir bi kurtasî dane. Di pirtûka Erebê Şemo de 21 beş hene di ya Bozarslan de 15 beş. Xebata me nusxeya pêşîn a di sala 1935’an de ji xwe re kiriye referans.”

Oztaş derbarê Erebê Şemo diyar dike ku ew bi Rûsî, Ermenkî, Gurcî, Azerîkî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Erebî dizane û dibêje ‘Erebê Şemo di Artêşa Sor de cih girtiye. Di rêxistina îstîxbaratê ya bi navê ÇEKA’yê de berpirsyarî stendiye.Li Zanîngeha Komunîst a Kedkarên Rojhilat perwerde bûye û li Lenîngradê di beşa Kurdolojiyê de jî doçent e. Ew di pirtûkên xwe de qala çanda Kurdan dike. Keleha Dimdimê, şoreşa Cotmehê ya 1917’an, Siyabend û Xecê, leşkerên Artêşa Sor. Ronakbîr û nivîskarên wê demê ji bo tecrubeya wê demê dibêjin Ronesansa Kurdan.”

Oztaş diyar dike ku di xebat, roman û berhemên wê de bandoreke mezin a Yekîtiya Sovyetê heye û got  “Di xebat û berhemên wê demê de Sovyet, Lenîn, Stalîn, Şoreşa Cotmehê, Kolhoz xwe dîsa didin avakirin. Navê hin pirtûkên Erebê Şemo ‘Kolxoz û fêdeya wê ya ji gundiyan re’, ‘ Rêya şoreşa cotmehê’ û ‘Fermana Lenîn e.’ Erebê Şemo di Jiyana Bextewar de jî qala jiyana Kurdan a piştî şoreşa Sovyetê dike.”