‘Benda hilbijartinê 'Ji bo kurd neyên temsilkirin' hat danîn’
‘Benda hilbijartinê 'Ji bo kurd neyên temsilkirin' hat danîn’
‘Benda hilbijartinê 'Ji bo kurd neyên temsilkirin' hat danîn’
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, diyar kir ku benda hilbijartinê ji aliyê darbekarên 12'ê Îlonê ve ji bo "Kurd neyên temsîlkirin" hat danîn û got, "Li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn mijareke zîhnî, çandî û şêwazekî qebûlkirinê ye."
Panela "Li Tirkiyeyê û Cîhanê Sîstemên Hilbijartinê" ya ji aliyê Navenda Lêgerînên Civakî (SAMER) û Weqfa Lêgerînên Civakî û Huqûqî (TOHAV) ya li Salona Civînê ya Cezayîr pêk hat bi rûniştina "Li Tirkiyeyê pergala hilbijartinê û nêzîkatiyên partiyên siyasî" dewam kir. Di rûniştinê de Parlamenterê Amedê yê AKP'ê Galîp Ensarîoglu ji ber nexweşiya xwe ku beşdar nebû, Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan û Parlamenterê CHP'ê yê Konya Atîlla Kart nêzîkatiya partiyên xwe ya der barê pergala hilbijartinê de anîn ziman.
Parlamenterê Şirnexê yê BDP'ê Hasîp Kaplan, bi bîr xist ku benda hilbijartinê ji aliyê darbekarên 12'ê Îlonê ve "Ji bo kurd neyên temsîlkirin" hatiye danîn û got, , "Li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn mijareke zîhnî, çandî û şêwazekî qebûlkirinê ye." Kaplan di dewama axaftina xwe de behsa temsîla jinan a nav BDP'ê de jî kir û got, "Di partiya me de jinan kotaya ji sedî 50 bi têkoşîna xwe wergirtin. Dema jin di nav têkoşînê de be, ne feodalîteyê ne jî tiştekî din nas dike." Kaplan der barê hevserokatiyê de jî got, "Dema ku pergala hevserokatiyê pêk bînin wê du zilaman bikin hevserok. Dibe ku dîmenên pir balkêş derkevin holê." Têkildarî alîkariya xezîneyê jî Kaplan got, "Kî çi qasî dengan bigire, divê ev qas alîkarî werbigire."
Parlamenterê CHP'ê yê Konya Atîlla Kart jî, anî ziman ku mijara sereke pirsgirêka di pêkanîna pêkhateya îdarî û edlî de ye û got, "Ji ber pêkhateya memûrê cemaet û partiyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke pir zor û zehmet heye. Ez dixwazim hûn vê zanibin."
Wê panel piştî beşa pirs û bersivê bi rûniştina, "Di pakêta demokratîkbûyînê de pergala hilbijartina hatiye pêşniyarkirin û nêzîkatiyên wê" bidome.