Belgefîlma ‘Girtî yan jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan

Belgefîlma ‘Girtî yan jî Sirgûn’ ku pêvajoya piştî qirkirina siyasî pêş ket vedibêje, li Bernê hate pêşandan.

Belgefîlma “Girtî yan jî Sirgûn” (Gefangnîs oder Exîl) ku wekîla HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevşaredarê Amedê Firat Anli û Hevşaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn ên erka wan ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin desteserkirin tê vegotin, her wiha pêvajoya piştî sirgûnê tê nîqaşkirin, îro li bajarê Bernê dest bi nîşandana xwe ya li Swîsreyê kir.

PIŞTÎ NÎŞANDAYÎNÊ NÎQAŞ HATIN KIRIN

Belgefîlma ku derhêneriya wê Şerîf Çîçek û hilberîneriya wê Adil Demîrcî û Onûr Guler kiriye, li salona sînemayê ya Reîthschûlle hat nîşandan.

Piştî nîşandana belgefîlmê ku têde Firat Anli, Adil Demîrcî, Parlamenterê Bajarê Bernê yê Partiya Keskan Haşim Sancar, endamê Meclîsa Şaredariya Bernê Yeşîm Ekîcî, Hevserokê Partiya Ji nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz, Hevşaredarê Êlihê yê berê Nejdet Atalay, Serokê berê yê KESK’ê Lamî Ozgen, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Bernê hevserokên CDK’ê jî amade bûn, nîqaşek hate kirin.

Bi moderatoriya Yeşîm Ekîcî, axaftin ji aliyê Firat Anli û Zanyarê Civakî û Nivîskar Demîrcî ve hat kirin. Qonaxên derketina fikra belgefîlmê ji aliyê Demîrcî ve hatin vegotin.

Anli ku bi xwe şahid bûye, behsa pêvajoya piştî sala 2014’an ku bi îdeaya li dijî barbariya DAÎŞ’ê xwedî li Kobanê hat derketin, êrîşa qirkirina siyasî li ser HDP’ê hat kirin kir. Bûyerên di vê pêvajoyê de qewimîn, her wiha li ser bandorên sirgûna piştî wê nirxand.

Anli got:

“Li gel êrîşên qirkirina siyasî yên topyekûn ên li dijî HDP’ê, vê carê arastekirina êrîşan li ser gel hate kirin. Di hawîrdoreke ku civîna çapemeniyê ya herî biçûk jî sûc hat dîtin de em bi bijardeyên girtîgeh an sirgûnê re rû bi rû hatin hiştin.

Anli anî ziman ku pirsgirêka ku weke pirsgirêka Kurd tê pêşkêşkirin di rastiyê de pirsgirêka demokrasiyê ye û got, “Ev êrîş di esasê de li dijî pergala hevserokatiyê ku qonaxeke ya avakirina modela jiyana ekolojîk û azadiya jinê ya li ser esasê afirandina demokrasî li qadên jiyana hevpar a gelan e hat kirin. Ev model bi Şoreşa Kobanê ya li Rojava ket jiyanê. Êrîşên îro li 4 parçeyên Kurdistanê pêk tên jî li ser vê bingehê ne.”

Çalakî piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

Belgefîlma Girtî yan jî Sirgûn (Gefangnîs oder Exîl) wê di 5’ê Mijdarê de li Zûrîhê û di 18’ê Mijdarê de jî li Lozanê were pêşandan.