Baroya Dersimê: Qada madenê wê rê li ber windahiyên mezin veke!

Baroya Dersimê têkildarî îlankirina qadên madenê li Çiyayên Mûnzûrê hişyarî da û got; “Wê rê li pêşiya windahiyên mezin veke” û bang li gel kir.

Baroya Dersimê têkildarî îlankirina qadên madenê ya li Çiyayê Mûnzûê daxuyanî da. Baroya Dersimê bang li gelê Dersimê kir û xwest li dijî van qadên madenê hestiyar tev bigerin. Baroyê anî ziman ku di serdema Mihrîcana Xweza û Çanda Mûnzûrê tê lidarxistin de, ji bo qada 43 hezar hektar ku golên krîter, gir, zozan, wargehên mêşan dixe nava xwe ruhsata qadên madenê destûrê dide û deriyê vê qadê li şîrketên madenê yên neteweyî û navneteweyî vedike.

Baroyê da zanîn ku bi vê îlanê wê xweza talan û wêran bibe û zerarek pir mezin li pey xwe bihêle. Baroyê, da zanîn ku wê gelek dar û berê li vir bên jêkirin û 227 cureyên nebatên endamîk ku tenê li Dersimê dijîn tune bibin. Baro, bibir xist ku bi tevahî hezar û 900 cureyên nebat li Parka Neteweyî ya Mûnzûrê dijîn û ev kanên li vir bên vekirin wê van nebatên endamîk tevan tune bike.

Baroyê bilêv kir ku ev îlana qadên Madenê li djî Hiqûqê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Baroyê herî dawî da zanîn ku heta niha çawa bi rêbazên hiqûqî têkoşîna xwe kirine wê ji niha û şûnde jî têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Baroyê ji gelê Dersimê jî xwest li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin".