Baregeha Zilîkan li nêzîkî Çiyayê Başîqayê ye ku 42 km’yan li başûrê parêzgeha Mûsilê dimîne. Zilîkan ji aliyê Waliyê Mûsilê ve bi qasî 4 milyar dînaran bêyî agahiya Encûmena Parêzgehê hate avakirin.
BI QASÎ 4 MILYAR DÎNAR HATIYE TERXANIRIN
Salekê piştî avakirina baregehê, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ebeyîdî û Waliyê Mûsilê di 27’ê Cotmeha 2015’an de bi awayekî fermî seredana Zilîkanê kirin û xwestin ku artêşa Iraqê jî di nava baregehê de cihê xwe bigire. Lê belê ev yek ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hate redkirin û ji wan hate xwestin ku dikarin hêzeke xwe bidin avakirin û di nava leşkerên Tirk de cih bigirin.
Di heman salê de ji aliyê Waliyê Mûsilê Nicêfî ve hêzeke bi navê Parêzvanên Neynewa hate avakirin û ew hêz radestî kurê xwe Ebdulah Esîl Elncêfî kir ku hejmara wê bi qasî 3 tugayan bû û di her tugayê de jî ji 3 heya 5 hezar leşkeran cih digirt. Her wiha ev jî ji aliyê rayedarên leşkerî yên dewleta Tirk ve tên perwerdekirin.
Ji van her 3 tugayan 2 jê di nava Heşda Şabî de cihê xwe digirin û ya sêyem jî ku bi navê Tugaya Lîwaya 59 tê naskirin, ji 3 alayan pêk tê û ji aliyê dewleta Tirk ve mûçe û lojistîka wan tê dabînkirin û bi awayekî fermî di nava Baregeha Zilîkan de cihê xwe digirin û berpirsên wan ev in:
- Berpirsê Alaya Yekem: Mehmûd Mehemed Elsebawî
- Alîkarê Berpirsê Alaya Yekem: Mehmûd Icac Sultan Elcibûrî
- Berpirsê Alaya Duyem: Mehemed Recib Elzibêdî
- Alîkarê Berpirsê Alaya Duyem: Casim Haşim Casim Elmelah
- Berpirsê Alaya Sêyem: Xanim Mehemed Elî Şerîf Elibêdî
- Alîkarê Berpirsê Alaya Sêyem: Saleh Elî Hemeş Elsebawî
BERTEKÊN LI DIJÎ HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK
Ji dema ku Baregeha Zilîkan hate avakirin û vir ve gelek gelek rayedarên Iraqî bi awayekî tund nerazîbûnên xwe nîşan dan, li hember derketin û xwestin ku ji ser axa Iraqê derbikevin. Lê belê heya roja îro jî dewleta Tirk guh nedaye wan bertekan. Di sala 2015’an de ji aliyê Wezareta Derve ya Iraqê ve li Meclîsa Ewlekariya Giştî gilî li dewleta Tirk hate kirin ku leşkerên xwe ji Zilîkan û tevahiya axa Iraqê vekişîne. Her wiha di heman salê de ji aliyê Rêberê Olî Şîyan Elî Sîstanî ve jî bertekên tund hatin nîşandan û xwest ku ew herêm ji dewleta Tirk were valakirin. Li gel van bertekan Wezareta Derve careke din bi awayekî fermî ji Enqereyê xwest ku hêzên xwe ji Zilîkan vekişîne. Lê belê tevî van bang û hişyariyan jî dewleta Tirk heya niha bersivek jî nedaya dewleta Iraqê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demek e Baregeha Zilîkan, li Iraqê di warên siyasî û leşkerî de bûye krîz û rojev. Bi taybet jî aliyên Şîe vê yekê weke Idliba duyem û volkaneke li ber teqînê bi nav kiribûn ku digotin dewleta Tirk çav berdaye deşta Neyinewa ya Kerkûkê ku beşeke mezin ji axa Iraqê ye.
ZILÎKAN GELEK CARAN BI MÛŞEKAN HATE HEDEFGIRTIN
Baregeha Zilîkan ji sala 2021’an û pê ve gelek caran hate hedefgirtin û heya niha tu amarên bi duristî derbarê kuştî û birîndaran de ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine dayîn. Ji sala 2021’an heya sala 2023’yan 25 caran bi mûşekan hatiye hedefgirtin û komên Iraqê yên serbixwe ev çalakî girtine ser xwe.
DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK ÊN LEŞKERÎ
Li Iraqê destwerdanên leşkerî dema Şerê Kendavê yê Yekem ango ji sala 1983’yan ve dest pê kirin. Sedema vê yekê jî ew bû ku Iraq bi Komara Îslamê ya Îranê re ketibû nava şer û siyaseta kêmkirina dijminan dida meşandin. Ji ber vê yekê jî destûr da Tirkiyeyê ku bikeve nava axa Iraqê ya li ser sînor.
Di sala 1984’an de, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Tariq Ezîz, bi wezîrê Tirk Wehîd Melih Halifoglû re peymanek îmze kir ku destûrê dide hêzên Tirkiyeyê bi kûrahiya 5 kîlometreyan derbasî nava axa Iraqê bibe. Lê belê bi şertê ku ev peymana ewlekarî di salvegera wê ya yekem de, bi dawî bibe. Lê destwerdanên Tirkiyeyê tenê bi peymanên lihevkirinê sînordar neman. Di sala 1992’yan de destwerdaneke din kir û sala 1993’yan de navendeke îstixbaratê li Hewlêrê ava kir ku Tirkiyeyê wê demê sûd ji nakokiyên di navbera partiyên Kurdistanî wergirt. Di nîva salên 90’î de jî, ango 4 salan piştî Şerê Kendavê yê Duyemîn û derketina paralela 36’an bi Destê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û avakirina sîstemekî rêveberiyeke xweser a Kurdî li Kurdistana Iraqê, Bexdayê destûr da Tirkiyeyê ku bi kûrahiya 20 kîlometreyan bikeve nava axa Iraqê. Ji wê rojê ve ye dewleta Tirk axa Iraqê dagir dike û bi dehan kîlometreyan derbasî axa Iraqê bûye.
LIHEVKIRINÊN IRAQÊ YÊN LI GEL TIRKIYEYÊ Û XETEREYÊN WÊ
Lihevkirinên ne stratejik ên Iraqê yên herî dawîn ên bi dewleta Tirk re ne di berjewendiya Iraqê de bûn. Bi tenê yên razîkirina dewleta Tirk di wê çarçoveyê de bûn ku ji ber wê jî di van demen dawî de di navbera aliyan de têkildarî hemahengî û dewletê krîzeke nenormal derketiye holê.
Di 22’yê Nîsana 2024’an de Iraq û dewleta Tirk li ser 10 xalan li hev kirin ku heya niha jî naveroka wan bi temamî nehatiye zelalkirin. Ev xal ji aliyê dewleta Tirk ve hatine nivîsandin û bi Iraqê daye îmzekirin. Her wiha di 15’ê Tebaxa heman salê de careka din têkildarî ewlekarî û şerê li dij terorê di navbera her du aliyan de lihevkirinek pêk hat.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 14’ê Nîsanê de Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi şandeya Iraqê re hevdîtin pêk anî û gef li ser Şengalê xwar û gotibû ku wan nerînên xwe anîn ziman û ew ê di demeke nêz de encaman jî bibînin.