Gelek bajar û berhemên dîrokî yên li Kurdistanê bûne hedefa gencînegêran. Di serê van cihên pêşî de jî şaristaniyan Urartû tê. Îro gelek berhemên Urartuyan hatine tinekirin. Ên mane jî li ber nemanê ne. Yek ji van berheman jî Girê Zernakî ye ku paytexta pêşî ya Urartuyan e. Bajarê Urartû ku beriya bi 2 hezar û 800 salî ava bûyî û 70 hezar kes lê dijiya îro jî bi hemû debdebeya xwe ye. Girê Zernakî ku ji hêla Urartûyan ve li ser 270 hektarî ava bûyî weke bajarê pêşî yê modern ê cîhanê tê dîtin.
Bajarê Uratuyan ku li ser Girê Zernakî hatî avakirin bi dehan salan paytextî ji Uraruyan re kiriye, ku ev bajar li ser girekî ku rajorî Erdîşê û Gola Wanê hatiye avakirin.
Li gel ku bajarê antîk e jî heta niha Girê Zernakî nekirina nav qada SÎT'ê de û li ber çavan tê tinekirin. Bajarê ku nekirine ber parastinê niha bûye hedefa gencînegêran. Heme hema her deverên bajarê antîk ji hêla gencînegêran ve hatiye kolandin, ji ber kolandinên qaçax bajar li ber nemanê ye.
Nivîskar û lêkol Ikram Îşler got bajarê Urartû yek ji avaniya bajêr a girîng a cîhanê ye, li gel vê jî kirine weke zeviyekê û wiha hewl tê dayin ku ji holê were rakirin û diyar kir heke bajarekî wiha li welatekî dî bûya ji bo ku şanî cîhanê bidin wê bikirina ber parastinê.
Îşler got berhemên dîrokî yên Kurdistanê emantî 'tupişk û maran' kirine, ''ji ber ku hin rebenên ku li zêran digerin û hay jê nînin ku ji bo çend qirûşan çi difiroşin dîrokê tarûmar dikin. Li şûna ku em vî bajarî, ku li cîhanê mînaka pêşî ya izgarayê ye sîqal bikin, nûjen bikin û bala cîhanê bikişînin ser, hin mirov hene ku bi kepçeya şaredariyê kevir li ser kevir nahêlin û li talana wê didin''
Îşler got helwesta dewletê li ser vê mijarê 'pir balkêş e'', rayedarên dewletê konên ku ji Asyaya Navîn tînin sîqal dikin lê çavê xwe ji talankirina bajarê Urartû re digirin. Îşler her wiha diyar kir li kûdera cîhanê tiştekî wiha bibe dewlet cezayê mezin dide.
Îşler her wiha got, ''Li welatekî wiha ku ev qas giringî didin konan jî, berhemên Urartûyan, ku berhemên herî mezin ên herêmê dane bi hêviya xiltan ve hatiye hiştin. Em vê helwestê şermezar dikin. Em dixwazin bi bîr bixin ku divê demildest dawî li vê zilmê were anîn, li vê zilma li ser berhemên me yên dîrokî.''