Bahoza salê ya herî dijwar li Filîpîniyan xist
Bahoza salê ya herî dijwar li Filîpîniyan xist
Bahoza salê ya herî dijwar li Filîpîniyan xist
Li Filîpîniyan “bahoza super” ku di saetê de leza wê digehe 320 km ku li bajarekî herî kêm bu sedema mirina 100 kesî, bi hezaran leşker hatin şandina herêmên ku jê herî bi bandor bûne.
Bahoza ku firehiya wê digihe 600 km, li rojhilatê welat li herêmên Leyte û Samar di saetê de bi leza 315 km lêxist. Ev bahoze ku îsal ya di cîhanê de herî mezine û ji bahozên 10 salan ya herî mezin ku hate dîtin. Bahoza Sûper di asta herî bilind ya kategoriya pêncem dehate bicih kirin. Pêş niha rekor di sala 1969’an de tufana Camille ku li Mississipiyê xistibû çêbibo.
Ji herêma ket bin bandora bagerê 125 hezar kes hatin veguhastin. Lê belê bi mîlyonan kes li malên xwe asê mane.
Li welêt dibistan hatin girtin, xizmeta rêyên hesinî û hewayî hat rawestandin, seferên vapûran hatin betalkirin û banga vegerê li masîgiran hat kirin.
Pispor radigihînin ku wargehek ev sed sale, yekemcare dikeve bin bandora bahozeke tropîkal. Xizmetên ragihandinê yên bajêr di cih de qut bûn. ABS û CBN dîmên rê û avahiyên bi avê dagirtî yên bajarê Taclobanê diweşînin.
Beriya bager xwe bigihîne Fîlîpîniyan Serokdewlet Benîgno Aqûîno dabû xuyakirin ku dê bager bandorê li qadeke 600 kîlometreyî bike, rê li ber lehî û bahoza dijwar veke, lewma rêvberên herêmî hişyar kiribû ku tedbîran bigirin.
Haiydan weke bagera herî dijwar a dîrokê tê bi navkirin. 12 mîlyon jê li Fîlîpîniyan dê bi giştî 16 mîlyon kes têkevin bin bandora bagerê. Tê payîn bager roja Yekşemê xwe bigihîne Vîetnam û Laosê.
Bager dê di ser girava Bohol a meha bihurî bi dijwariya 7.1'ê hejiya bû, derbas bibe.