Bahoza li Bakurê Ewropayê encameke giran li dû xwe hişt

Bahoza li Bakurê Ewropayê encameke giran li dû xwe hişt

Bahozê duh bandoreke giran li welatên li Bakurê Ewropayê kir. Ji ber bahoza li Fransa, welatên Skandînavya, Îngilîstan, Elmanya û Holandayê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedhezaran mirov bê elektrîk man, li gelek bajaran ragihandina hewayî, bejahî û rêyên hesinî zerar dît.

Bayê ku carna leza wê gihaşt saetê 160 kîlometreyî, li Elmanyayê 7, li Îngilîstanê 4, li Fransayê jî canê mirovekî stend. Tê gotin ku li Danîmarka û Holandayê jî mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Li Elmanyayê gelek wesayît di binê darên hilweşiya de man. Her wiha kesek di nava avê de fetisî, kesek jî ji ber hilweşîna dîwar jiyana xwe ji dest da.

Li Îngilîstanê 486 hezar mal bê elektrîk man. 115 hezar mal heta derengiya şevê bê elektrîk man. Li Fransayê jî ji 42 hezar malan re elektrîk nehat dayîn. Li peravên Fransayê li Belle-Ile-en Mer a herêma Morbîhanê jinek li ber pêlên avê yên ji ber bahozê ket. 

Li Îngilîstanê, ciwanekî 17 salî ji ber dar hilweşiya ser mala wî, jiyana xwe ji dest da. Li Watfordê jî ji ber heman sedemê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Lêgerîna li cesedê zarokê 14 salî yê pêr bi şev li ber pêlên avê ket, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, hat sekinandin.

Li bajarê Holanda Amsterdamê jî, ji ber ku darek ji kokê rabû jinekê jiyana xwe ji dest da. Ciwanekî 24 salî yê birîndar jî rakirin nexweşxaneyê. Li herêma Gîlleleje ya Danîmarkayê, di encama hilweşîna dîwar de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gelek herêmên Fransa û Îngilîstanê alarma xeteriyê hat dayîn. Li Danîmarkayê gelek bender hatin girtin. Pirên Danîmarka û Swêdê bi hev ve girê didin, hatin girtin.

Her wiha li gelemperiya Bakurê Ewropayê, bi sedan seferên balafir, keştî û trênan hatin betalkirin.