Bagera Haiyan xwe gihand Çînê

Bagera Haiyan xwe gihand Çînê

Bagera Haiyan ku weke bagera herî dijwar a dîrokê tê binavkirin, piştî Fîlîpînan û Vîetnamê xwe gihand Çînê. Herçend hêza bagerê qels bûye jî tê gotin li Çînê kesekî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm heft kes winda bûne. 

Bagera Haiyan a li Fîlîpîniyan rê li ber mirina zêdeyî 10 hezar mirovan, wêranbûna bajarên li ser rêgeha xwe û li Vîetnamê jî bû sedema mirina herî kêm 10 kesan, xwe gihand Çînê.

Bagerê ku ji herêma Hainan derbasî Çînê bû, li hin cihan lez û dijwariya wê digihêje 120 kîlometre saetê. Li herêmên li ser rêgeha bagerê alarma sor hat dayîn. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama ba û barana ji ber bagerê de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 7 kes jî winda ne.

Li cihê ku bager lê bi bandore, dibistan ji bo rojekê hatin girtin.

Li bakurê Vîetnamê, ji ber bagera Haiyan herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û li herêma nêzî sînorê Çînê 600 hezar mirov ji malên xwe hatin veguhastin.