Awûstûralya li dijî DAIŞ'ê 600 leşkeran dişîne Rojhilata Navîn

Awûstûralya li dijî DAIŞ'ê 600 leşkeran dişîne Rojhilata Navîn

Awûstûralya ku destekê dide koalîsyona DYA ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ava kiriye, biryar da 600 leşkeran bişîne Rojhilata Navîn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokwezîrê Awûstûralyayê Tony Abbot ve hat dayîn, hêzeke ji 600 kesî ku piraniya wê leşkerên ji hêzên hewayî ne, wê li Emaretên Ereb ên Yekbûyî bên bicihkirin. Li gel vê hêzê wê 8 F/A Super Hornet, balafirek keşfê ya Wedgetail û balafirek tankerê li Emaretên Ereb bên bicihkirin.

Abbot ragihand ku leşkerên Awûstûralyayî wê li baregehên Amerîkî bên bicihkirin û li vir tevlî plansaziya operasyonî ya DYA bibin. Abbot di daxuyaniya xwe de her wiha destnîşan kir ku leşkerên wan wê bi ti awayî tevlî operasyona bejahî nebin.