Astengiyên fîzîkî ji pêşiya xwe rakir

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Bengîn Elî ku ji ber nexweşiyekê astengdar bû, wiha got "Astengiya fîzîkî ti carî li pêşiya min nebû asteng."

Bengîn Elî ku di nava Koma Botan de cih digire, diyar kir ku piştî sala 1985'an PKK nas kir, jiyana wî guherî.

Bengîn ê li Qamişloyê ji dayik bû û lê mezin bû, hîn di 6 salî de nexweş ket û ji herdu lingên xwe seqet ma. Bengîn li ser seqetmayina lingên xwe got, "Astengiya fîzîkî ti carî li pêşiya min nebû asteng. Min psîkolojiya xwe li gorî astengiya xwe ya fîzîkî amade kir."

Bengîn ku sala 1985'an PKK nas kir, tevlî karên siyasî, leşkerî û çandî bû. Di civînekê de tembûra di destê hevalekî de bala wî kişand. Bengîn got, "Navber ji civînê re hate dayin. Di destê hevalekî de tembûrek hebû, min rahiştê û jê re got, hînî min bike. Got ku hînbûna wê zehmet e û tembûr ji min stand. Heval dest bi lêdana li tembûrê kir. Dengê tembûrê çû Hozan Serhed. Ji dûr ve bûyer dîtibû. Ber bi me ve hat û ji hevalê li gel min re got ku hînbûna tembûrê ji zarokatiyê nayê. Eger em dikarin lê bixin hingî hevalê Bengîn jî dikare lê bixe. Navber qediya û me civîn dewam kir. Hozan Serhed piştî civînê hat gel min û ji min pirsî ku bi rastî jî dixwaze li tembûrê bixe yan na. Min jî bersiveke erênî da û piştre hêz û moral da min; got ku dikarim lê bixim. Tembûreke xwe ya mezin hebû, da min. Notayên strana 'Bûkê Delalê' nîşan da û ji min xwest ku lê bidim. Di nava mehekê de hînî lêdana sê-çar stranan bûm. Di hevdîtineke din de hînî lêdana tembûrê bûbûm û dema ku wî ev dît, gelekî kêfa wî hat."

'BI DIZÎ KARÊN ÇANDÊ MEŞAND'

Bengîn di nava PKK'ê de bi rengekî çalak cih girt. Sibehan kincên gerîla didirût, her wiha karên eniyê jî dikir. Êvarê jî karên çandê dimeşand.

Bengîn bi Koma Çiya tevlî nava karên çandê bû û qala wê demê kir, "Ji ber zexta rejîmê me karên çandê bi zor û zehmetî dimeşand. Me karên xwe hemû bi dizî dikir. Ji xwe komên me yên gelekî mezin yan jî navenda me tune bû. Tenê Koma Çiya hebû. Li Qudurbeq, Kornîş, Enteriyê navendên me yên çandê hebûn. Ji ber zextên rejîma Sûriyeyê her tim me li heman cihî nikarîbû prova bikira. Derfetên me zêde tune bûn. Bi giranî me ji bo Cejna Newrozê amadekarî dikir. Ji xwe ji bo alîkariya madî bide rêxistinê em bi veşartî tevlî dawetan dibûn. Sindoqeke me hebû, alîkarî me li wir kom dikir. Weke kom em gelekî bi biryar bûn, bêberdêl em tevlî karên çandê dibûn."

TEVLÎ NAVA KOMA BOTAN BÛ

Bengîn demekê navber da karên çandê û tevlî karên siyasî û leşkerî bû, lê ti carî ji karên çandê qut nebû. Piştî Koma Çiya koma bi navê Koma Çanda Şoreşê ava kir. Bengîn got, "Piştî demeke dirêj ji nû ve li karê çandê vegeriyam û min xwe ji nû ve dît. Min koma muzîkê ya bi navê Koma Çanda Şoreşê ava kir. Bi rastî jî koma me serketî bû û li Rojava deng veda bû. Li ser daxwaza Koma Botan me Koma Çanda Şoreşê tevlî nava Koma Botan kir. Niha bi berpirsyariya Koma Botan tevdigerim."

BI ÇAR ZAROKÊN XWE KARÊN ÇANDÊ DIMEŞÎNE

Keçên Bengîn ên bi navê Evîn, Lawa, Êva û Hêvî jî tevlî karên çandê bûn. Di nava Koma Botan de li gel bavê xwe Evîn distirê.

Lawa di koma govendê de, Hêvî û Êva jî di komên zarokan ên li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tevlî karê çandê bûne. Bengîn dibêje ku ew ji vê yekê kêfxweş û serbilind e.