Aslanî: Efrînî ji bo şoreşa nû ya sînamayê bûne agirê herî gur

Endamê Komîteya Nirxandinê ya Festîvala Fîlman a Lêlon Tûraj Aslanî ragihand ku gelê Kurd tu carî êrîşî kesî nekiriye, lê her tim êrîş li ser wan hatiye kirin, li dijî van êrîşan jî nameya aşîtiyê bi rêya hunerê pêşkêşî cîhanê dikin.

Festîvala Fîlman a Lêlon a Navneteweyî di bin dirûşmeya "Yek gulek nabe gulistan" di 21 Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Şehbayê dest pê kir. Di festîvalê de wê 58 fîlm li gorî rojên ku gelê Efrînê 58 roj di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li ber xwe dan wê werin pêşkêşkirin. Festîval li Kampên Berxwedan û Serdemê tê li darxistin.

Ji bo nirxandina fîlmên ku di festîvalê de tên pêşkêşkirin 7 kes di komîtiya nirxandina fîlman de cih girtine ku navên wan wiha ne: Elî Ehmed Bedirxan, Tûraj Aslanî, Baroj Agîyayî, Hisên Hesen, Binîdîta Arcentîrî, Ebodibliyo Bazîdî û Êrîka Gonzalês Filorês.

Endamê Komîteya nirxandinê ya festîvala Lêlon û kameramanê sînemayê Tûraj Aslanî ku ji bajarê Kirmanşanê ye, nêrînê xwe li ser festîvala Lêlon ê ku li Kampa Berxwedan a Şehbyê tê li darxistin bi ANF'ê re parve kir û diyar kir ku gelê Kurd tu carî êrişî kesî nekiriye, lê her tim êrîş bi ser wan de tê. Li beramberî wan êrîşan jî berxwedanî ji xwe re esas girtine û festîvala Lêlon mînaka herî berbiçave.

Aslanî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Gelê Kurd di dîrokê de û heya niha tu carî êrîşî kesî nekiriye lê beramberî wê her tim li ser gelê Kurd êrîş pêkhatine, li beramberî wan êrîşan gelê Kurd berxwedanek dane meşandin. Gelê Kurd di dîrokê de her tim nerm nêzîk bûye û her tim ji mirovan hez kiriye. Ev nêzîkatiya gelê Kurd jî şaş hatiye fêmkirin û weke ku Kurd lewazin hatine nîşandan, ango hezkirina kurdan a ji bo hevaltî, dostanî û mirovahiyê weke lewazî hatiye fêmkirin. Li ser wê esasî jî walatên cîran ango dewletan her gav jiyana me xirab û tehlkirine."

'GELÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BI RÊYA SÎNEMAYÊ NAMEYA AŞTIYÊ PÊŞKÊŞÎ CÎHANÊ DIKE'

Asalanî di berdewamiya axaftinê xwe de got: "Niha bi rêya sînemayê ku çeka herî bi hêz e, gelê Rojava bi vê rêyê re bi dirûstî û bi awayekî aşîtîxwaz nîqaş hibijartiye. Ez dixwazim ku Sînema bibe bingeha biratiya gelan. Ez gelek kêfxwaşim ku berxwedaneke bêhempa hatiye dayîn, gelê ku di encama şeran de ewqasî li berxwe dane her tim xwestine xwe pêşbixînin, bi taybetî di aliyê çand û hunerê de. Ev derfetek herî baş e ku hatiye bi destxistin. Ji bo ku bi awayekî herî baş qala şîdetê bike û bersiv bide cîhanê, bi rêya sînemayê hemû cîhan tê agahdarkirin ku rewşa gelê bindest çawaye."

Aslanî balkêşand li ser girîngiya sînema û şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Li gorî min ciwan û şervanên ku Rojavayê Kursdistanê parastin û gelê Efrînê, ku niha di wergehan de û di bin çadiran de berxwe didin, bûne agirê şoreşê yê herî gur. Her wiha ji bo şoreşa nû ya sînemayê bûne agirekî ku dora xwe ronî dikin. Ez gelek kêfxwaşim ku gelê Rojavayê Kurdistanê zimanê hevpar yê cîhanî giritine û bi rêya sînemayê xwe digihînin her derê. Di cîhanê de mînakek wiha nîne ku di wargehan de ku her kes ji bo pariyeke nan dihizre, lê belê di wargehên gelê Efrînê tê de îro sînema pêşdikeve. Ev jî di cîhanê de modelekî nû ye, li gor min gelê Efrînê zimanê çand û hunera nerm ango diyaloga li dijberî tundiyê ye.”

'TEVÎ ZOR Û ZEHMETIYAN AFIRÎNERIYA XWE DEWAM DIKIN'

Endamê komîteya nirxandinê ya fastîvala Lêlon û kameraman Sînemayê Tûraj Aslanî di dawiya axaftina xwe de destnîşankir ku gelê Efrînê tevî hemû zor û zehmetiyan xuliqkariya xwe berdewam dikin û tekez kir: “Di wargehan de berxwedankirin tê wateya soza ku dane şahîdan û li ser wê yekê jiyana xwe didomînin. Çanda Efrînê ya resen bi vî awayî dide jiyankirin, helwest û enerjiya ku we da gelê Rojava, me û bi taybetî gelê Efrînê ye.”