Arjantîn 30. salvegera bidawîbûna dîktatoriyê pîroz dike

Arjantîn 30. salvegera bidawîbûna dîktatoriyê pîroz dike

Arjantîn 30. salvegera bidawîbûna dîktatoriya leşkerî bi çalakiyan pîroz dike. Li Arjantînê, ku di navbera salên 1976 û 1983'an de yek ji dîktatoriyên herî bi xwîn ên welatên Amerîka Başûr jiya, bi hezaran kes hatin qetilkirin û windakirin.

Salvegera bidawîbûna dîktatoriyê, li kolanan ji aliyê bi hezaran mirovan ve hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên li Meydana Maî hatin cem hev, beşdarî konser û xwepêşandanan bûn. Yên beşdarî xwepêşandanan bûn nêrîna "Bidestxistina demokrasiyê ne hêsane e" anîn ziman.

Serokdewleta Arjantînê Crîstîna Kîrchner di axaftina xwe ya li Meydana Maî de serokdewletê piştî cûntayê Raûl Alfonsîn bibîr anî. Krîchner destnîşan kir ku dîroka herî demdirêj a demokrasiyê ya Arjantînê, 30 salên dawî ye. 

Krîchner got, "Ev yek bi saya Raûl û hemû Arjantiniyan bû" û der heqê wan leşkerên ku qet şopeke wan nema, ti nirxandin nekir.

Krîchner di axaftina xwe de greva polîsan a rojên dawî ya li Arjantînê jî rexne kir.