Anketên li Skoçyayê: ‘Erê’ û ‘Na’ pir nêzî hev e
Anketên li Skoçyayê: ‘Erê’ û ‘Na’ pir nêzî hev e
Anketên li Skoçyayê: ‘Erê’ û ‘Na’ pir nêzî hev e
Li Skoçyayê bo referandûma serxwebûnê demek kurt ma. Beriya referandûma ku sibê dê bê kirin dengên ‘erê’ û ‘na’ nêzî hev in û rêjeya zêdebûna kesên bêbiryar jî kelecan zêde kir.
Li anketa ku şîrketa CPI kiriye, cudahiya di navbera alîgirên serbixwebûnê û yên dixwazin girêdayê Brîtanyayê de bimînin gelek kêm e. Di anketê de beriya ku bêbiryar bên belavkirin encamên hatibûn bidestxistin, li Skoçyayê yê serxwebûnê ‘erê’ dikin ji sedî 41 yên ku dibêjin ‘na’ jî ji sedî 45 e. Yên bê biryarin jî ji sedî 14 ye. Di rewşa ku ev deng bên belavkirin de dê ‘erê’ ji sedî 48 û ‘na’ jî ji sedî 52 be.
Di anketên ji aliyê şîrketên wekê Surtîvatîon, ICM û Opînîum hatine kirin de heman encam derketin holê. Di her sê anketan de jî rêjeya kesên bêbiryar ji sedî 8 û 14 bû.
DÊ DI SINDOQÊ DE DIYAR BE
Di sala 2012’an de piştî biryara referandûmê hate girtin şûnde dengên alîgirên serxwebûnê her diçe zêde dibe. Hefteya buhrî di anketan de ev rêje ji sedî 50 derbas kir. Lê SNP û gelek saziyên bo serxwebûnê hewl didin diyar dikin ku dê encam di sindoqê de derkeve holê.
Skoçya yek ji çar neteweyên ku di sala 1707’î de bi awayekî qanûnî girêdayî Yekîtiya Qraliyetê bûye û di Gulana 1997’an heta niha bi otonomiyê tê rêvebirin. Skoçya xwedî parlamentoyeke otonom e û di warê tenduristî, perwerde û edaletê û gelek karên din de rêveberiyên wan hene. Di qadê wekê enerjî û parastinê de girêdayî Londonê ye. hikûmeta Skoçyayê çar salan carê tê hilbijartin û ya yekem di 1999’an de hat hilbijartin.
Di Gulana 2011’an de SNP’ê di parlamentoyê de piranî bi dest xist. Serokê partiyê Alex Salmond ji muxalefetê bû Serokwezîr. Salmon di kampanyaya hilbijartinê de soza referandûmê da û di 2014’an de der barê referandûmê de bi Davîd Cameron re peymanek îmze kir.