Amûra hêvî, eşq, têkoşîn û hesretê

Saza ku bi sedan sal e bûye awaza hêvî, eşq, şer û hesretê, hîn jî yek ji wan amûrên muzîkê ye ku gelekî tê bikaranîn. Ramazan Ûsta ku 20 sal in amûra sazê çêdike qala pîşeyê xwe kir.

Saz yek ji amûrên muzîkê yên hevpar ên gelan e ku di çanda Kurdistanê de xwedî girîngiyeke mezin e. Beriya bi hezaran salan derketiye holê. Çêkirina vê amûra ku temenê xwe bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e, pîşeyekî hunerî û taybet e. Li navçeya Yenîşehîr a Amedê em bûn mêvanê Ramazan Ûsta ku 20 sal in daran diqeşêre û dike saz.

Ûsta diyar kir ku ji bo çêkirina saz pêwîstî bi hesasiyeteke mezin heye û got, divê mirov amûra ku çêdike nas bike, her wiha dara ku jê çêdikin jî baş nas bikin. Ûsta anî ziman ku destpêkê ya herî zehmet çêkirina perdeya li bîstikê ye û diyar kir, mirov di nava çend mehan de hînî çêkirina saz nabe, divê mirov bi sebir be.

Ûsta diyar kir ku sala 1978'an li Amedê ji dayik bûye û 20 sal in li kargeha xwe saz çêdike û got, "Piştî ku koda saz jî hate amadekirin, parçeyên saz hemû yên hatine amadekirin li hev dixin. Beşên ku em jê re dibêjin bîstik, devik û qefes, lê bi cih dikin. Piştî ku hatin ziravkirin û biriqandin hingî têl û perde li saz tên bicihkirin. Bi bicihkirina têlan re akort tê kirin. Eger li gorî daxwaza we be hingî tê firotin."

Ûsta anî ziman ku mîna her tiştî di çêkirina saz de jî karê febrîqeyê kiriye ku hostayên saz bêkar bimînin û got, "Lê belê sazên li febrîqeyan tên çêkirin ne li gorî daxwaza hunermendên ku dixwazin hunereke bi kalîte çêbikin e. Bi qasî çêkirina saz, tiliyên ku lê dixin jî girîn ge. Dema ku ji destpêkê heta dawiyê bi rengekî rast hate amadekirin, hingî dar dibe deng, deng dibe eşq, hesret, hêvî û berxwedêrî."

Ûsta diyar kir ku berê karê afirînerên saz baş bû, lê belê niha welê lê hatiye ye ku nikarin kar bikin. Ûsta diyar kir ku kêm hosta mane ku saz çêdikin û pîşeyê wan li ber tinebûnê ye.