Amadekariyên ji bo Festîvala Çandê ya Dersimê bi dawî bûn

11. Festîvala Çandê ya Dersimê 24-25'ê Gulanê li Frankfurtê pêk tê. Amadekariyên ji bo festîvalê bi dawî bûne.

Festîvala Çandê ya Dersimê ya Ewropayê ku her sal bi rengekî kevneşop pêk tê, îsal cara 11'an wê pêk were. Festîvala îsal wê di navbera 24-25'ê Gulanê de li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê pêk were.

Komîteya amadekar a festîvalê daxuyaniyek weşand û bang li her kesî kir ên xwedî li Dersimê derdikevin ku tevlî festîvalê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê îsal jî; jin, mêr, zarok, ciwan li hev bicivin û Dersima xwe bi hev re bijîn."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, xwedîderketina li çand û xwezaya Dersimê ji bo wan wezîfeyeke rûmetî ye.

Komîteya amadekar bang li her kesî kir ku tevlî festîvalê bibe.