AKP'ê radyoya Kurdî girt

Hikûmeta AKP'ê ya ku bi hincetên cihêreng nîşan dide ku xwe li perwerdeya Kurdî û zimanê Kurdî ranagire û dibêje, "Pirsgirêka Kurd nîne" li Konyayê radyoyeke herêmî ya bi Kurdî weşanê dike, girt.

Hikûmeta AKP'ê ya ku bi hincetên cihêreng nîşan dide ku xwe li perwerdeya Kurdî û zimanê Kurdî ranagire û dibêje, "Pirsgirêka Kurd nîne" li Konyayê radyoyeke herêmî ya bi Kurdî weşanê dike, girt.

Radyoya Kurdî ya "Cîhanbeylî'nîn Sesî Radyosû-Radyoya Dengê Cîhanbeyliyê" ya li navçeya Konya Cîhanbeyliyê nû dest bi weşana xwe kir, ji aliyê Şaredariya Cîhanbeylî ya AKP'yî ve bi hinceta 'destûrnameya xwe nîne' deriyê wê hat morkirin.

Berpirsiyarê Radyoyê û Namzetê HDP'ê yê Konyayê Gunay Sagir têkildarî morkirina radyoyê de axivî û got: "Radyoya me li Cîhanbeyliyê vekirî xitabî hemû kesî dikir û weşana xwe bi vî rengî dikir. Berê em rastî zextên qutkirina ceyranê, bi taybetî di dema weşana Kurdî de dihatin. Niha radoyaya me ji aliyê şaredariya AKP'î ve hate girtin. Destûrname hincet nîşan dan lê li gorî qanûnê divê 10 roj dem jê re hatiba dayîn. Bêyî demê nîşan bidin radyo bi bêdemî girtin."