Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn

Hunermendê Kurd Ahmed Kaya yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Parîsê hat bibîranîn.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya yê 16’ê Mijdara sala 2000’î li Parîsa paytexta Fransayê jiyana xwe ji dest da, bi pêşengiya TEV-ÇAND/Ewropayê li ser gora xwe ya li Goristana Pére Lachaîse a Parîsê hat bibîranîn.

Hevsera Ahmet Kaya, Gulten Kaya, Akademîsyenê Kurd Selîm Temo, hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad, Mîr Perwer û Meral û dostên wî tev li bibîranînê bûn.

Di bîranînê de hevsera Ahmet Kaya, Gulten Kaya axivî û got: “Daxwaza Ahmet ew bû ku gelê çar parçeyê Kurdistanê bê ba hev, bibe yek. Xebata wî ya li vir jî ji wê boneyê bû. Kurd malbatek in. Ya rast, her jina li Kurdistana Îranê tê kuştin ez im. Li dijî nijadperestiyê divê em bi hev re bin.“

‘STRANÊN WÎ LI SER ZIMANÊ BI MILYONAN IN’

Di daxuyaniya li ser navê TEV-ÇAND’ê de hat xwendin ev tişt hatin gotin:

“Ahmet Kaya yê di 16’ê Mijdara 2000’an de jiyana xwe ji dest da, di dilê bi milyonan kesan de li gotina stranan dewam dike. Ahmet Kaya di 10’ê Sibata sala 1999’an de got, ‘Ez dixwazim straneke bi Kurdî bibêjim, klîbekê çêbikim.’ Bergîdana wê jî lînc, girtîgeh û dawiya dawîn mirin bû.

Par, kêlên gora Ahmet Kaya hatin şikandin. Ji miriyên hunermendên Kurd jî ditirsin.

Di salvegera 22’yemîn a jidestdayîna xwe de em careke din Ahmet Kaya bi bîr tînin. Bi zimanê zikmakî ku xeyal dikir, tevî hemû qedexe, zext û nehesibandinan, wê li gotina stranan bê dewamkirin.“

Bibîranîn, bi gotina stranan a hunermendên Tev-Çand’ê bi dawî bû.