Şoreş hunermendên xwe diafirîne

Atolyeya hunerê ya li Dêrikê dixwaze lîstikvan, senarîst û derhênerên şareza di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de biafirîne.

Li Rojava avakirina sîstema konfederal a demokratîk û parastina welat karên sereke ne. Ji aliyekî ve welat bi fedakariyeke mezin tê parastin, li aliyê din jî li qadên çand û hunerê hewldanên jinûve avakirinê dewam dikin. Akademî û dibistanên ku bi şoreşê re ava bûn, ciwanan perwerde dikin û şoreş hunermendên xwe diafirîne.

Bajarê Dêrikê di karên hunerê de xwedî cihekî taybet e. Dema dawî ji karên çand û hunerê bi taybetî jî ji karên sînema û fîlman re malovanî kir, bala ciwanan gelekî li ser karên dîtbarî ye. Bajarê Dêrikê herî dawî malovanî ji fîlmê 'Berbû' yê Sevînaz Evdikê re kir. Bû warê gelek rêze fîlmên Komuna Fîlm a Rojava.

Ji aliyekî ve bi Çiyayê Cûdî yê bi heybet, li pêşiya wê Çemê Dîcle, bi gol û zeviyên xwe yên genim, li aliyê din jî bi dêr, mizgeft, mirovên xwe yên dilgerm û xwezaya xwe Dêrik mîna platoyeke xwezayî ye.

Li bajarê Dêrikê yê Rojava cihekî girîng Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ye. Kedkarên çand û hunerê ku beriya şoreşê bi koma muzîkê ya Koma Cûdî, bi koma şano ya Koma Ava Mezin tevkariyeke mezin li şoreşê kirin, piştî destpêkirina şoreşê jî mohra xwe danîn binê gelek karî.

Herî dawî li navenda çandê atolyeyeke hunerê hate destpêkirin. Atolyeya ku ji bo bingehê ji karên sînema û şano re biafirîne hate avakirin, dixwaze ku di bin sîwana karên çand û hunerê yên TEV-ÇAND'ê de lîstikvan, senarîst û derhênerên şareza bigihîne.

Ji roja destpêkê ve eleqeyeke mezin ji bo dersên senaryo, kamera û lîstikvaniyê heye. Ciwan bi baldarî guh didin dersan, hem hÎn dibin hem jî dersên hunerê dixin meriyetê.

Dersên ku ji aliyê Komuna Fîlm a Rojava ve tê dayin, bi keda koma şano ya Koma Ava Mezin pêk tên.