Şêwekarên Sempozyûmê: Huner nasnameya gel e

Şêwekarên ku beşdarî Sempozyûma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn bûne diyar kirin ku, huner nasnameya gel e û gotin, “Mirov dikare bi rêya hunerê peyamên xurt bide civakê.”

Di 20’ê Gulanê de li Kobanê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sempozyûma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4’emîn destpêkiribû. Nêzî 20 şêwekarên Sempozyûmê ji bajarên Bakur û Rojhialtî Sûriyeyê beşdar bûn. Piranî berhem û wêneyên ku hatibûn amade kirin balê dikişînin ser têkiliyên navbera mirov-xweza û lêgerîna li aştî û aramiyê. Her wiha ev berhem wê di 28’ê Gulanê de tevlî pêşengeha şêwekariyê a li Qamîşlo ya salane bibe.

‘HUNER NASNAMEYA GEL E’

Cîgira Desteya Çandê a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê Ronahî Hesen têkildarê mijarê axivî û got ku 20 şêwekar ku 7 jê jin in weke nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî Sempozyûmê bûne. Di 20’ê Gulanê de Sempozyûm Hunera Şêwekariyê li ser asta Bakur û Rojhilatî Sûriyê li Kobanê, bi dirûşmeya “Em bi Hev re Hunerê Bikin Bihara Dilan” dest pê kir. Huner nasnameya gel û neynika civakê ye. Bi rêya hunerê mirov dikare êş û azarên civakê derxe." 

‘JIN BI TABLOYÊN KU AMADE KIRINE HÊZA XWE NÎŞAN DIDIN’

Hesen da zanîn ku, 20 Şêwekar ji Heleb, Minbic, Reqa, Efrîn û herêma Cizîrê beşdarî Sempozyûmê bûne û got ku nêzî 36 tablo hatibûn amade kirin. Hesen diyar kir ku, li ser asta Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê li Kobanê gera yekemîn dest pê kir û wiha dewam kir, “Piştire wê li Qamişlo gera duyem di 28’ Gulanê de pêşengeha Şêwekariyê a salane were lidarxistin. 7 jin beşdarî beşa şêwekariyê bûne. Jin bi tabloyên ku amade kirine hêza xwe nîşan didin. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê siyasî, hunerî û di çeperên xweparastinê de hêza xwe îsbat kirine.

‘TABLO JI BO MIN HEVRÊ YE’

Şêwekar Solîn Osê ji ber ji bajarê Qamişloyê beşdarî sempozyûmê bûye kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got, “Ez gelekî kêfxweş im ku ez li Kobanê me. Em bi rêya van tabloyên xwe, peyamekê didin civakê. Di tabloyên min de tê diyarkirin ku ez aştiyê, aramiyê, azadî û hezkirinê dixwazim. Tablo ji bo min ne tabloyek ji rêzê ye, ew hevrêyê min e. Ji ber ku ew hest û peyama di dilê min de bi rêya neqşê derdixe holê. Mirov dikare bi rêya hunerê peyamên xurt bide civakê û ev rêbaz li gorî min bi bandortir e. Min hezkirina tablo û hunerê hilbijart û min rêya xwe pê dirêj kir. Ez gelekî kêfxweş im ku li Kobanê beşdarî kargeha şêwekariyê bûme."

‘MIROV BI RÊYA WÊNEYÊN XWE DIKARE ÊŞÊN CIVAKÊ DERXE PÊŞ’    

Şêwekarê ji bajarê Minbicê Salih Şêx Cinêd jî anî ziman ku, ev bu cara duyemîn ew beşdarî Sempozyûma Şêwekariyê dibe û wiha got, “Ez bêhtir tabloyên klasîk xêz dikim. Wêne di çûkaniya min de xeyal bû, min jî ew rêya şopand. Dema ku min mirovek xêz dikir, hîsek gelekî xweş dijiyam. Hin caran bi rêya tabloyên xwe mirov dikare êş û azarên xwe û civaka xwe derxe pêş. Hêviya min ew e ku ez di vê rêyê de serkeftinên mezin bidest bixim. Wêne jî çekeke ku mirov pê li ber xwe bide. Em jî bang li her kesî dikin ku, serkeftinê esas bigirin.”