Şanogerên Kobanê: Em ê şanoya Kurdî her bi pêş ve bibin

Şanogerên Kobanê bi wesîleya Roja Şano ya Cîhanê diyar kirin ku, şano eynika civakê ye û gotin, “Şanoger bi rêya şanoyê êş, kêfxweşî û gelek hestên civakê derdixin pêş. Şano civak bi xwe ye. Em jî bi rêya şanoyê çîrokên Kurdan ên dîrokî zindî dihêlin.”

Îro 27’ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê ye. Yekem car di sala 1961’an de ev roja girîng bi armanca balê bikşîne ser nirxê şanoyê û dik û temaşevanan bîne cem hev, her sal bi awayekî bi coş tê pîrozkirin. Şanogerên Herêma Firatê jî bi vê wesîleyê nirxandin kirin.

‘ŞANO CIVAK BI XWE YE’

Berdevka Komîna Şano a Kobanê Leyla Ehmed derbarê Roja Şanoya Cîhanê de ev tişt gotin, “Em roja Şanoya Cîhanê li hemû şanogeran pîroz dikin. Şano bi xwe temsîla civakê dike. Bi rêya şano êş û xemgîniya civakê derdikeve pêş. Dema em dibêjin ‘Şano eynika Civakê ye’ di heman demê de şano civak bi xwe ye. Şano azade, kesê ku şano dilîzin bi azadiyê hîs dikin. Ji bo me şano bi zimanê kurdî lîstin pêşketinek girînge di dîroka Kurdan de.”

Ehmed destnîşan kir ku dîroka Kurdan bi tundî û êşên mezin dagirtiye û wiha dewam kir, “Di dîroka Kurdistanê de Ebdalê Zeynikê û Derwêşê Ebdî heye, gelek Kurd van çîrokan bi rêya şanoyê naskirine. Em ê her di demên pêş de çîroka berxwednaniyê bi rêya şano derxin pêş. Em roja Şanoya Cîhanê diyarî tevahî şanogeran dikin." 

ŞANOGER ŞEHÎD YEKTA HATE BI BÎR ANÎN

Mamosteyê Şanoya Zarokan Elî Îsa jî bi wesîleyê vê rojê Şanoger Şehîd Yekta bi bîr anî û ev tişt anî ziman, "27’ê Adarê ji bo me şanogeran, xwedî wateyek cuda ye. Şehîd Yekta di dîroka şanoya Kurd de xwedî kedek mezin e. Ji dîrokê ve her tim gelê Kurd ji aliyê desthilatdaran ve hatine çewisandin. Naxwazin gelê Kurd di tu qadî de pêş bikevin. Ji ber vê her êrîş dikin û hewl didin belav bikin. Ji bo wê em ê her şanoya Kurdî pêş bixînin û em dev ji hunera xwe  ber nadin. Em roja Şanoya Cîhanê li tevahî şanogeran pîroz dikin."