Şanoger Sîrwan Kanat: Şano ji bo min zimanek bû

Sîrwan Kanat ku ji zarokatiyê ve dilê wî li ser şano bû û herî dawî bi hêz û hewldanên xwe li nava şanoyê rastiya xwe û civakê dît, hewl dide bi derfetên xwe şanoya Kurdî pêş bixe.

Hinek tişt hê ji zarokatî kifş in û paşeroja xwe didin diyarkirin. Mamoste Sîrwan Kanat ku zarokatiya wî li penaberiyê û ku di nava şert û mercên ên jiyanê de derbas bû, niha karê şanoyê dike û heman wextê weke derhênerê lîstikên şanoyê kar dike.

Jiyan û zarokatiya Kanat kir ku wî ber bi şanoyê bikişîne. Hê di temenê xwe yê biçûk de, bi texlîtên derdor, teşe girt ku bibe şanogerek. 

Şanoger Mamoste Sîrwan Kanat ku zarokatiyek li penaberiyê derbas kir, êş û janên kişandî û dîsa civaka wî kir ku ji bo wî û gelek zarokên din bibe hêvî, bikare vê rewşê bi rêya hunerê îfade bike. 

BI TEXLÎDÊN ZAROKATIYÊ BER BI ŞANO Û DERHÊNERIYÊ

Şanoger Kanat di sala 1997’an li Wargeha Etrûşê tê dinê. Zarokatiya wî tev li Mexmûrê derbas bûye. Kanat di temenê xwe yê biçûk hê 3-4 salî bi texlîdkirina kesên derdorî gava yekem a ber bi şanoyê ve davêje. Kanat got:” Tiştên derdorî yên heyî bala min dikişand ev çi nas dibe, çi heval û derdor dibe min texlîdê wan dikir. Wisa texmîn dikim hev heskirina şano ji van gavên ewil ên zarokatiyê diyar bûn. Zarokatiya min li penaberiyê derbas bû. Şertên penaberiyê taybet ên Mexmûrê giran bû, di van şertan de perwerdehiya xwe ya destpêkê min li Mexmûr domand. Zarokatiya min piranî li kolan û nava hevalan derbas bû.”

‘ŞANO JI BO MIN ZIMANEK BÛ’

Kanat ê bi texlîdan jiyana xwe û derdorî hewl da bi zimanek din îfade bike, ji bo wî bû bingehek ê şanoyê. Kanat wiha domand: “Di zarokatiyê de texlîda derdor kirin ji bo min bûbû şêwazeke ya xwe îfadekirinê. Zarok destpêkê pir mereqdar e, dixwaze tiştên derdor fam bike, hemwext divê vê bide der jî. Şano ji bo min zimanek bû. 7 saliya xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê min dest bi karê şanoyê kir. Di vî warî de dayika min pir bû alîkar û ez araste kirim, ev jî hişt xwe bi vî rengî zêdetir îfade bikim û karê hunerê baştir pêş bixim.”

KOMA HÊVÎYEKDA XURTIR DEST BI ŞANOYÊ KIR

Şanoger Kanat her ku ber bi hunerê re eleqedar bû, zêdetir ber bi şanoyê ve çû û kete nava lêgerînên ku baştir û rêkupêktir kar bike. Ev jî berê wî da avakarî û pêşengtîkirina ji bo karê şanoyê û komekê ava bike. Li ser vê yekê Kanat got: “Heskirina min a hunerê pir bû ku karê şano bikin, di dema xwendina Navîn û Amadeyî de min bi hevalên xwe digot em komek şano çêbikin. Bûyer û pêşketinên nava civakê ku me bi çavê xwe dîdî, em bi rengekî bînin ziman. Piştî navberekê 2016’an bi avakirina komekê re me karê şanoyê ji nû ve destpê kir. Li navenda NÇHM’ê koma me ya bi navê Hêvîyekda ku ji 6 kesan pêk tê heye. Weke din jî kom û kesên cuda hene hunera xwe pêşkêş dikin. Îsal jî li dibistana Amedeyî ya Şehîd Koçerîn komeke şanoyê ava kir. Tevahî xwendekar in, nêzî 10-12 kes in. Herî dawî di meha Adarê de me şanoyek jî pêşkêş kir.”

‘BI ŞANOYÊ ALTERNATÎFAN NÎŞAN DIDIN’

Kanat û hevalên xwe yên ne bi pisporî ketin oqyanosa hunerê û bi beşa şanoyê avjeniyê dikin, zêdetir hewl dan arîşe û pirsgirkên civakê bibin babeta şanoyên xwe û li ser vî esasî meşa xwe didomînin. Kanat anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêk û arîşeyên nava civakê bi hunerê bînin ziman û vebêjin û ev nirxandin kir: “Ji ber ku bi hunerê baştir mirov fam dike, xwe li nav dibîne. Alternatîfek me ji bo pirsgirêk û nakokiyan hebe, em bi rêya şano dixwazin bînin ziman û tînin ziman. Şano ji bo me girîng e pirsgirêkên civakê bîne ziman.”

DERHÊNERÎ Û SENERÎSTÎ

Şanoger Kanat her ku çûn ne tenê weke lîstikvan êdî kete nava karê nivîsên seneryoyan û derhênerî ji seneryo û şanoyên re jî kir. Her ku kete nava şanoyê, zêdetir xwe pêş xist û xwest roleke diyarker bilîze. Êdî ne tenê şanoyê hemwext nava civakê jî rûyê xwe bide nîşandan û li ser dika civakê jî raman, hest û xwe bide nîşandan. Kanat bi vê mebestê heta sala 2017’an nêzî 10 lîstikên şanoyê lîstiye û got: “Çend şanoyên destpêkê weke lîstivan min cih girt, piştre hem derhênerî û hem jî lîstikvanî min di gelek şanoyan de cih girt û lîst. Ji sala borî ve zêdetir hewldanên min ên nivîsandina seneryoyan destpêkiriye. Herî dawî du seneryo min nivîsand, yek me pêşkêş kir, yek maye.”

‘JI PERDE, MEHFÛRAN SALONÊ Û JI CILÛBERGÊN XWE KOSTUMAN AMADE DIKIN’

Weke her karî, şano jî bê astengî û berbest namîne. Li pêşiya Şanoger û mamosta Sîrwan Kanat astengî pir in û her ku xwe pêş dixe, qad û astengî zêdetir dibe. Her çendî astengî hebe jî vê yekê ji heskirina wî ya karê wî şanoyê kêm nake. Kanat diyar kir ku astengî pir in, li Mexmûrê ciheke wan ê xweser şano lê pêşkêş bikin tine. Bi derfetên xwe bi perdeyan salonekê dixemilînin û wisa dilîzin. Bi taybet di peydakirina kostûm ku beşek esasî ya şano ye, asteniyên mezin pêşiya wan e. Kanat got: “Her wiha perwerdeyek taybet ku li ser şano ne min û ne jî hevalên min nedîtine. Ji hewldanên me yên navxwe, derdor û dîsa pirtûkan fêr bûne, perwerdeyek pirspor a me nebûye. Aliyê dekorê de lewazî pir in. Car ji bo lîstikê em mehfûrên li mal dibin parçe dikin û dikin dekor û wisa şanoya xwe dikin. Cil û bergên dolabên xwe bê agahiya dayikên xwe dibin, bi rengek şekil didin û dikin kostûm û wisa dilîzîn. Derfet çi dibe bila bibe, em ê şano bikin.”

ELEQE HÊVIYA DOMANDINA KAR DIDE WAN

Ji bo ked û azweriyeke wiha bê eleqedarbûn ne mimkûne. Li nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî eleqeyek baş ji bo şanoyê heye û ev jî kêf û hêviyê dide şanogeran û taybet şangoer Sîrwan Kanat û ev got: “Eleqedarbûna ji bo şanoyê û lîstika me hestek û xuroşek pir mezin dide mirov. Hêvî dide ku mirov bikare dom bike.”

‘CIWAN DIKARIN BI HUNERÊ NASNAMEYA XWE YA RAST BIBÎNIN’

Kanat li ser proje û xebatên pêşerojê jî ev tişt anî ziman: “Pêvajoya pêşiya me ji bo ciwanan rêxistin bikin û dîsa şanoyê li nava xwedekaran bidin pêşxistin û salone ava bikin heye. Her wiha mijarên taybet bikin bingehê şanoyên xwe. Lêgerîna nasnameya ciwantiyê bi şanoyê bidin nîşandan. Eger eleqeya ciwanan ji bo hunerê hebe, ez di wê baweriyê de me ku lêgerîna wan a ji bo nasnameyê û hem xeta azadiyê ya lê digerin wê bêguman bibînin.”