Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya 29’emîn dest pê dike

Hat ragihandin ku ji bo Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ku her sal weke kevneşopî te lidarxistin, nivîskar dikarin çîrok û helbestên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî heta 14’ê Tebaxê bişînin navnîşanên hatine diyarkirin.

Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993’an û vir ve her sal weke kevneşopiyekê tê lidarxistin, bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendevanên Kurdistan (JXK) tê lidarxistin.

Ji bo pêşbirkê komîte amadekariyê agahdariyek da.

Di agahdariyê de wiha hate gotin; “Weke komîteya amadekar em bang li hemû kesan dikin ku bi berhemên xwe yên wêjeyî bi awayek çalak tevlî şahiya Huseyîn Çelebî bibin. Ji bo pêşkeşkirina bernameya wêjeyî û hunerî ya herî dewlemend bila hemû kes tevlî bibe. Şahiya îsal wê ji du beşan pêk were; Helbest û kurteçîrok. Berhemên wêjeyî bi Kurdî, Tirkî û Elmanî dikare bên nivîsandin.

Berhemên hatî nivîsandin bi rêya maîl û posteyê ji van navnîşanan re bên şandin:

[email protected]

Senefelderstraße 49, 70176 Stuttgart

Dîroka radestkirina berheman ji 18’Hezîranê heta 14’ê Tebaxa 2022’an wê bidome.

Wê cîh û dîroka pêşbirkê di hefteyên pêş de bên diyarkirin.”