Îldan hatineya pirtûka xwe ji bo tedawiyê da Guneş Erzûrûmlûoglû

Siyasetmedar/nivîskar Yaşar Îldan, hatineya ji pirtûka xwe ya helbestan, ji bo tedawiya gaziya Pirsûsê Guneş Erzûrûmlûoglû bexşand.

Yek ji birîndarên êrîşa bombeyî ya li Navenda Çandê ya Amara ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve di bin kontrola dewletê de hate kirin, Guneş Erzûrûmlûoglû ye. Ji bo tedawiya Erzûrûmlûoglû karibe li derveyî welat bê kirin, alîkariyeke din hat kirin. Piştî gelek kampanyayan, siyasetmedar/nivîskar Yaşar Îldan ê li bajarê Koln ê Elmanyayê dijî, da xuyakirin ku wî hatineya ji pirtûka xwe ya helbestan a bi navê 'Devrîm Yuregîmîzîn Kapisidir (Şoreş deriyê dilê me ye)" ji bo tedawiya Erzûrûmlûoglû bexşandiye.

Îldan ji hemû welatparêzan xwest, ji bo Erzûrûmlûoglû karibe ji nû ve rabe ser piyan, piştgiriyê bidin.