Êzidî xwe ji bo festîvala çandê ya Êzdîxanê amade dikin

1'mîn Festîvala Çanda Êzdîxan 1'ê Hezîranê li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê pêk tê.

Êzidiyên li Ewropayê xwe ji bo festîvala çandê amade dikin.

Bi dirûşma "Xweserî ji bo Şengal, Aştî ji Rojhilata Navîn re" wê 1'emîn Festîvala Çanda Êzdiyan pêk were.

Cihê festîvalê jî bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê ye.

Festîval wê li gorî kevneşopiya Êzdiyan pêk were.

Komîteya Amadekar a Festîvalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi coşeke mezin em yekemîn festîvala xwe bi ruhê Mamê Êzdîxanê Mam Zekî Şengalî pêk bînin û yekîtiya xwe misoger bikin.

Banga me li hemû Êzdiyan ew e ku vê rojê, her kes dawet, karê takekesî û civînên xwe betal bikin û tevlî Yekemîn Festîvala Çanda Êzdîxan bibin."

Komîteyê ragihand, li gel mal û komeleyên Êzidiyan, rayedarên Şaredariya Bielefeldê û partiyên siyasî yên Elman jî ji bo festîvalê hatine vexwendin.

Bernameya festîvalê dewlemend e. Li gorî vê yekê;

Hozan Şemdîn, Hozan Xemdar & Harîman, Helbestvan Hacî Qîranî, Dexîl Osman, Narînxan, Koroya NÇÊ, Tîtalê Feyzo, Folklor, Hamit Bahoz wê hunera xwe pêşkêş bikin."