Çîroka kesên ku li edaletê digerin: Zerfa zer

Pirtûka destpêkê ya dîroka nêz Zerfa Zer li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê gihişt xwîneran. Akin Bîrdal got; “Zerfa Zer çîroka meşa hêviya edalet, demokratî, aşitî û mafê mirovan e.”

Fûara pirtûkan a herî mezin ya cîhanê Fûara Pirtûkan a Frankfûrt a Navnetewî di sala 70’emîn de dîsa dest pê kir. Îsal mêvanê rûmetê ya Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê Gurcistan e û zêdetirî ji 110 welatan nêzî 7 hezar û 500 weşanxane beşdar dibin.

Li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê aktivîteyên mijara mafê mirovan û gelek mijarên din cih digire, ‘pirtûkên qedexekirî’ yên li Tirkiyeyê îsal ji aliyê Wergêr, Nivîskar Ragîp Zarakolû ve hate nîşandan.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal jî beşdarî fûarê bû û bi pirtûka Zerfa Zer bi xwîneran re civiya. Di pirtûka Zerfa Zer de qala zarokatî, salên ciwantiyê, jiyana pîşeyî, têkoşîna siyasî û civakî, ji sala hatî avakirin heta niha ku di nava Komeleya Mafê Mirovan de cih girtî û êrîşa çekdarî ya 12’ê Gulana 1998’an tê kirin.

KURTEYEKE JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA NIVÊ SEDSALÊ

Bîrdal di pirtûka Zerfa Zer a ku kurteya têkoşîna azadiyê ya nîvê sedsalê qala bihevrebûna hevalên têkoşînê Azîz Nesîn, Vedat Turkalî, Can Yucel, Hirant Dînk û Mîhrî Bellî dike.

Bîrdal têkildarî çîroka pirtûka Zerfa Zer wiha got; “Ev navnîşana ku lê tê gerîn di rastiyê de hêvî, azadî û edaletê digire nava xwe. Nêzî çîroka jiyanê ya 50 salî ye û ev çîroka me hemûyan e. Ev çîroka meşa hêviya edalet, demokratî, aşitî û mafê mirovan e.”

Bîrdal got îro û sibê wê beşdarî panelên li Malên Gel, Komeleya Çanda Elewî û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd were lidarxistin bibe û pirtûka Zerfa Zer jî rojên bê li Tirkiyeyê di nava refan de cihê xwe bigire. Bîrdal got meha Mijdarê wê beşdarî Fûara Pirtûkan a TUYAP a li Stenbolê bibe û piştre li çar parçeyên Tirkiyeyê bi xwîneran re bicive.