7. Festîvala Çandê ya Dêrsimê îsal li Frankfûrtê ye
7. Festîvala Çandê ya Dêrsimê ya her sal pêk tê, îsal di navbera 29 û 30’ê Gulanê de li bajarê Elmanya Frankfûrtê li navnîşana Rebstockpark (Am Römerhof 9, 60486 Frankfurt a.M.) tê lidarxistin.

Di nava Komîteya Amadekar a Festîvalê de Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîneyên Dêrsimê ya Demokratîk ya Ewropayê (ADEF) , Komeleya Kurmeş, Komeleya Dij Qirkirina Dêrsimê, Civata Ji nû ve Avakirina Dêrsimê û Însiyatîfa Sekesur hene.
Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk û Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê jî piştgiriyê didin festîvalê.
FESTÎVALA JI ÇAND Û BAWERIYA DÊRSIMÊ
Bernameya festîvala îsal, di formeke ku eleqeya girseyeke mezin bikişîne de ye.
Şeva Înê saet di 17.00’an de konekî mezin wê bê vedan û bi zimanê dayikê wê şano bê pêşkêşkirin. Di navbera temenê 7 û 15 salî de wê 12 zarok di şanoyê de cih bigirin. Mamosteyê şanoyê jî ciwanekî 18 salî yê ji Dêrsimê ye.
Piştî şanoyê, saet di 17.30’an de paneleke bi ser navê ‘Di qirkirina Dêrsimê de, rastiya qirkirin û jinê’ wê pêk bê.
Piştî panelê saet di 20.00’an de wê bi zimanê dayikê CEM bê lidarxistin.
Cema Yekîtiyê ya li kon wê bê lidarxistin, ji aliyê Pîr Riza Yagmûr, Dayika Narîn Guçîçegî û Zakîr Alî Sîzer ve hevbeş bê meşandin.
Malbat wê bi niyaz û lokmeyên xwe beşdar bibin. Roja şemiyê saet di 11.00’an de panela bi ser navê ‘Cerebandina rêbazên xweser ên Demokratîk û Dêrsim’ wê pêk bê.
Piştî panelê, li sahneya li qadê hatiye avakirin wê muzîk û bernameya çandê bê pêşkêşkirin.
BANGA BEŞDARIYÊ
Komîteya Amadekar a Festîvalê daxuyaniyek da û diyar kir ku di serî de Dêrsimî, divê her kes xwedî li dewlemendiya çandî, siyasî civakî baweriya gelê Dêrsimê derkevin. Komîteyê destnîşan kir ku divê jiyanek dûrî rant û asîmîlasyonê were avakirin. Komîteyê da zanîn ku parastina reng û mozaîka Dêrsimê peywira rûmetê ye.
OTOBUS AMADE NE
Ji bo girseya ku roja Şemiyê biçe qada festîvalê, wê ji paytextên Swîsre, Fransa, Awûstûrya û bajarên Elmanya Hambûrg, Berlîn, Koln, Dûîsbûrg, Dortmûnd, Stûttgart, Nurnberg, û gelek bajarên din otobus bi rê bikevin.
NAVNÎŞANA FESTÎVALÊ
Rebstockpark, Am Romerhof 9, 60486 Frankfurt a.M.