55 hunermendên Kurd ji bo Rêber Apo stran gotin

55 hunermendên Kurd yên li Ewropayê dijîn xwedî li pêngava KCK’ê derketin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocan stran gotin.

Hunermendên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ji bo pêngava ‘Bes e Ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dem Dema Azadiyê ye’ û ‘10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan’ li Bajarê Kolnê hatin cem hev. Di merasîma bi navê ‘Hunermend stranên xwe ji bo Rêber Apo dibêjin’ ku ji aliyê TEV-ÇAND Ewropayê hatibû organîzekirin de 55 mûzîkjenên Kurd, weke koro marşên ‘Ey Serokê me’ û ‘Doza me’ yên Koma Berxwedan pêşkêş kirin.

HUNERMEND TEVLÎ PÊNGAVÊ DIBIN

Beriya merasîmê Xelîl Xemgîn li ser navê hemû hunermendan daxuyaniyek da û ew gotin:

“Em hemû Kurdan û dostên Kurdan ên her çar aliyê cîhanê bi hestên xwe yên hunerî silav dikin. Em wek hunermendên Kurd pêngava ‘Bes e ji Dagirkeriyê, Dem dema Azadiyê ye’ ya Tevgera Azadiya me îlan û destpêkirî, em bi têkoşîn, berhem û hemû hestên xwe ve tevlî dibin. Em dibêjin ku ‘Niha dem dema azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo ne tenê rêberê Kurdan, rêberê hemû Mirovahî û gelên Rojhilata Navîn e. Çareseriyê pêş dixe, çareseriya aşîtî û azadiyê pêş dixîne. Rêber Apo bi taybetî jî ji bo hunermendan hêzeke mezin e. Hem bi awayê felsefîk, hem îdeolojîk, hem jî ji bo naskirina me ya ji hêza rasteqîn a hunerê, ji bi me derfetekî mezin afirand. Tesbîta Rêber Apo ya ‘Hunermend, wijdana civakê ye. Dema civakek bikeve nava metirsiyê, beriya her kesî hunermend vê yekê hîs dike’ ji bo me hemûyan pir watedar e. Ji ber wê jî divê partî, fraksyon û fikrên cuda bêyî ku ferq û cudahiyê li ber çav bigrin tevlî pêngava nû û ‘10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan’ bibin. Di vê pêvajoyê de ango di pêvajoya şerê ku li Rojhilata Navîn didome û weke şerê Cîhanî yê sêyemîn tê pênasekirin de ji bo ku Kurd azadî û statûya xwe bi dest bixîne divê em destê xwe bixin bin kevir, yekîtiya gelê me li her aliyê cîhanê xurt bikin, hem jî destkeftên Kurdan, sazîbûnên Kurdan, ji gerîlayan, ji YPG-YPJ’ê li Rojava bigre heya QSD’ê, û heya pêşmergeyan, hemû hêzên Kurd, destkeftên Kurdan biparêzin û ji bo şkandina dagirkeriya li ser Kurdistanê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin. Di heman demê de divê hemû gelê me, her kes hêz bide vê pêngavê. Li ser navê hemû hevalên xwe yên hunermend ên niha amade ne û yên ne amade her kesî bi hurmet silav dikin.”

Piştî strana marşan Hozan Marûf, Hozan Comerd, Emekçî, Binewş, Hozan Aydın, Deniz Deman, Ganî Nar, Dilovan, Afaq Rojhilat, Abbas Ahmed, Farqin, Beser Şahîn, Hûner Ayzon, Cevad Merwanî, û Hozan Kawa her yek berhemek xwe pêşkêş kir.

YÊN TEVLÎ MERASÎMÊ BIBÛN

Navê hunermendên ku tevlî merasîmê bibûn wiha ne:

"Hozan Comerd, Emekçi, Hozan Maruf, Dilovan, Cevad Merwanî, Deniz Deman, Jîyan Osman, Dîyar Dersim, Kewe Zeraq, Evîn, Tûlay Şahmeran, Narînxan Cizîrî, Beser Şahîn, Dîcle Urmiye, Afaq Rojhilatî, Binewş Roj, Memo Gûl, Memo Yapiştiran, Mazlum Rewşen, Nuarîn, Dîyar Dersîm, Xelîl Xemgîn, Seyitxan, Hekim Sefkan, Gani Nar, Abbas Ahmed, Hozan Aydın, Simar, Hozan Welat, Sîphan Xelat, Amed Karakoçan, Peyvan Arjîn, Kawa, Yasîn Boyraz, Ali İkizer, Mehmet Per, Kemal Ceylan, Bengi Agiri, Kawa Urmiye, Baran Rojawa, Tîtal, Bîşar, Rewî, Êgît, Hozan Zahir, Selhat Gımgim, Farqin Azad, Serdar Azad, Fevzî Kiliç, Hûner Ayzon, Sûleyman Rengîn, Reber, Hemid Urmîye, Yeqîn."