52 sal, 900 berhem: Elî Merdan

Elî Merdan di nava 52 salan de 900 berhem çêkirin. Wî qîmet dida helbestvanên Kurd û ji bo helbestên wan muzîk çêdikir.

“Ger mirov dilnizm û biêş be, divê xwe nêzî miqaman neke. Ji ber miqam dilekî hişk dixwaze. Eger ne wisa be, mirov dihele. Çiqas bi hêz û ronakbîr be jî, wî davêje êgir.”

Ev gotin yên Hunermend Elî Merdan in. Elî Merdan di 24'ê Tîrmeha 1981'an de jiyana xwe ji dest da. Keça wî Qedriye Elî Merdan, Hunermend Hesen Germiyanî û Rojnamevan Ferman Mihemed behsa wî kirin.

Elî Merdan di sala 1904’an de li navçeya Bertakiye ya Kerkûkê ji dayik bûye. Di sala 1939’an de dest bi muzîka profesyonel kir.

Heta sala 1981’an yanî di 52 salan de 900 stran tomar kirine. Peyvên van berheman bi giştî yên helbestvanên kurd in. Lêbelê Elî Merdan ji bo piraniya wan muzîk çêdikir.

Elî Merdan gelek qeyd û kaset derxistin. Çend berhemên wî yên naskirî ev in: Fatîma, Kiras Kuderê Awrîşim, Xom û Oda Kam, Kolan bi Kolan, Cana Besiyetî, Ew Parçam û Agirî Can, Şev û Roj Li Xeyal Li Ber Çavî, Mama Canî Mama û Şadeşil Bo Çî Wat Kird.

'EW DILNIZM Û JÊHATÎ BÛ’

Elî Merdan karîbû bi zimanên Erebî, Farisî û Tirkmenî di asta zimanê dayîkê ya Kurdî de biaxive. Wî bi hostayî li gelek enstrumanên muzîkê dixist, di nav wan de ûdê jî hebû. Keça wî van agahiyan dide:

“Bavê min gelek qîmet dida helbestvanên kurd. Her tim helbestên wan dixwend û dixwest ji bo van helbestan muzîkê çêbike. Bi vî awayî 900 stran derketine. Bavê min jêhatî bû, lê ji wê zêdetir mirovekî pir mutewazî bû. Kesên ku di warê wî de zana bûn, gelek rêz jê re digirt. Diçû cem wan, bi saetan, carinan jî bi rojan li wan guhdarî dikir.”

'WEKE KU WÎ MÛZÎKA KURDÎ SPARTE GIRTIBÛ'

Hunermend Hesen Germiyanî dibêje: “Wek ku wî mûzîka Kurdî sparte girtibû, hînî mekaman bû, xwedî derdiket û bi berhemên nû dewlemend dikir. 52 salan bi rihekî paqij kar û xebat kir û mîraseke girîng ji nifşên paşerojê re hişt.”

'JI ZANÎNÊ RE RÊZ DIGIRIT'

Rojnamevan Ferman Mihemed behsa Elî Merdan dike û wiha dibêje:

“Dema zarok bû her roj diçû Loka Talabanî. Li Feqî û meleyan guhdarî dikir. Destpêkê miqamê ji wan fêr dibe. Li wir heyraniya wî li hember muzîkê çêdibe. Paşê bi salan bi hewldana zimanên herêmê, miqam û ew hînî enstrûmanên xwe dibe. Hunermendekî ku rêzê li zanînê digirt. Ewqasî ku rojekê hîn dibe ku zanîna ku lê digere li Misirê ye, radibe diçe Misrê.”

Elî Merdan di 24'ê Tîrmeha 1981'an de jiyana xwe ji dest da û li baxçeyê lokê ku li wir dest bi rêwîtiya mûzîkê kiribû hat veşartin.

Pêşkêşvan Barzan Shaswar di sala 2004’an de ji bo bîranîna Hunermend Elî Merdan bernameyeke taybet di ROJ TV de amade kir. Di vê bernameya ku nêzî du saetan dom kir de jiyana hunermend hate vegotin û stranên wî hatin gotin. Axaftina Qedrîye Elî Merdan û Hesen Germiyanî di nûçeyê de ji vê bernameyê hatiye wergirtin.