3. Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Genco 2'ê Cotmehê tê lidarxistin

3'emîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco, wê 2'ê Cotmehê li navçeya Dûkanê ya bajarê Silêmaniyeyê were lidarxistin.

3'emîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco wê bi dirûşma "Bi ruhê Cenga Heftanînê dagirkeriyê têk bibe, Kurdistanê biparêze" li herêma Dûkanê pêk were.

 Festîval wê 2'ê Cotmehê seat 10:00 destpê dike û danê êvarê seat 17:00'an bi dawî dibe.

Di derbarê armanc û lidar xistina festîvalê de endama komîteya amadekar a festîvalê Zîlan Elî got, "Şehîd Genco, ciwanekî Başûrê Kurdistanê bû ku xeta berxwedanê temsîl dike. Ji bo bîranîna wî em ê 3'emîn festîvalê çêbikin. Festîval ji bo parastina ax û çanda me ye."

Zîlan Elî di dewama axaftina xwe de got: "Gelek hunermend, komên muzîkê, komên şano, govend wê tevlî festîvalê bibin. Gelek kesayetên Başûrê Kurdistanê jî wê li festîvalê amade bin. Di festîvalê de wê pêşangeh jî hebin. Gelên Başûrê Kurdistanê hemû vexwendî festîvalê ne."

Bernameya 3'emîn Festîvala Şehîd Genco wiha ye:

"Hunermend, Behman Keman, Eşkan Dersîm, Necim Mihemmed, Îhsan Zîrek, Grubê Muzîkî Komeleyî Hûnerê Ciwanekanî Kurd, Grûbî Mûzîkî Mexmûr, Gruba Def a Kevana Zêrîn, Komên Şano, Hilpirke Hewraman Grubî Yanew Siyaw Çemaney, Govenda Rojava Koma Viyan Soran, Pêşbirk, hunermendên surprîz.