26 Fîlîstînî azad in; çêkirina wargehên nû dewam in
26 Fîlîstînî azad in; çêkirina wargehên nû dewam in
26 Fîlîstînî azad in; çêkirina wargehên nû dewam in
Îsraîlê di çarçoveya hevdîtinên aştiyê de 26 girtiyên din ên Fîlîstînî serbest berda. Balkêş e ku berdana girtiyên Fîlîstînî li demeke ku wargehên nû yên li Şerîa Rojava û Qûdisê tên çêkirin, rast hat.
Di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA de, di navbera Îsraîl û Filîstînê de hevdîtinên aştiyê destpê kiribûn. Hat ragihandin ku di çarçoveya van hevdîtinan de, duh bi şev ji zindana Ofer’ê 18 girtî hatine bi rêkirin. Rayedarê Îsraîlî yê daxuyanî da got, ku kesên hatine berdan birine Şerîa Rojava û ew ê 3 girtiyan jî teslîmî Erez’a ku cihekî derbasiyê û li nêzî Gazeyê ye bikin. Pênc girtiyên din jî li Rojhilatê Qûdisê serbest hatin berdan.
Hate ragihandin ku Filîstîniyên hatine birin Şerîa Rojava ji aliyê serokdewletê Mehmûd Abbas û malbatên girtiyan ve hatine pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê di çarçoveya hevdîtinên di meha Tîrmehê de li gel rêveberiya Fîlîstînê dest pê kiribûn de qebûl kiribû ku 104 girtiyên Filîstînî serbest berdin. Ji derveyê girtiyên duh serbest mane jî girtiyên din di mehên Tebax û Cotmehê de gihiştibûn azadiya xwe.
ÇÊKIRINA WARGEHÊN ÎSRAÎLIYAN WÊ BIDOME
Serbest berdana 26 girtiyan, di hevdîtina ku moderatoriya wê ji aliyê Amerîkayê ve dihate kirin de bûbû biryar. Di daxuyaniya 26’ê Tebaxê ji aliyê Îsraîlî ve hatiye kirin de hatibû aşkerakirin ku ew ê vê salê cara seyemîn beşeke girtiyên Filistînî serbest berdin. Di heman daxuyaniyê de bal hatibû kişandin ku wê Îsraîl karûbarên xwe yên çêkirina cihên nû yên lêbicihbûnê bidomîne.
Medyaya Îsraîlê îdîa dike; ji bo hevdîtinên aştiyê jê bandor nebin DYA û Yekîtiya Ewropayê xwestine ku daxuyaniya li ser cihên nû yên lêbicihbûnê bên taloqkirin. Li beranî vê jî, serokwezîr Benyamîn Netenyahû hefteya derabasbûyî ev pêşniyar red kiribû. Netenyahû gotibû: “em ê kêliyêkê jî navber nedin karûbarê welatê xwe yê avakirin, biquwetkirin û her zêdekirina cihên nû yên lêbicihbûnê”.
Hin çavdêrên Îsraîlê îdîa dikin ku Netenyahû bi armanca karibe ber dilê pêkhateyên muhefezekar ên di nava koalîsyonê xweş bike û di hevdîtinên li gel Filistînê de zeîf nesekine, ev gotinên li ser çêkirina cihên lêbicihbûnê kirine.