Zanyaran temenê 'xeleka Einstein' a heliyayî tespît kirin

Kolîna li xelekan ku bandora vezelandinê ya rakêşiyê li ser fezayê texmîn dike, mîna ku beriya 9 milyar salî hate dîtin, ji bo dîtina galaksiyekê ji bo zanyarên ezmanî dibe alîkar.

Hebûna vê xelekê ji aliyê fîzîknasê navdar Einstein ve hate texmînkirin, lewma navê 'Xeleka Einstein' lê hate kirin. Xelek di encama îlluzyoneke di asta galaktîk de ava bû.

Tişt dibe ku mîna xelekekê bê dîtin, lê belê çavkaniya ronahiyê galaksiyeke kevn a normal e. Xelek di encama wê fenomenê de dibe ku ronahiyek ji qadeke fezayî ya dûr tê, dikeve bin bandora rakêşiya komek ji galaksiyeke navbera me de.

Ev fenomen ne tenê şeklê galaksiyê yê tê dîtin diguherîne, di heman demê de wê mezin dike, bêhtir dibiriqîne. Galaksî, ji ber bandora şewqdanê ya teleskopa Hubble ya bi firehiya 48 metreyî, bi 20 qatî bêhtir şewqdar tê dîtin.

Ev xeleka taybet bi rengekî fermî weke GAL-CLUS-022058s tê naskirin. Lê belê navekî xwe yê naskirî heye, ew jî wiha ye: Xeleka Heliyayî ya li komstêrka Fornaxê.

Lêkolîner bi temaşekirina li vê xelekê dikarin têkildarî galaksiyeke gelekî dûr agahiyan kom bikin û li demên bi qasî nîvê temenê heyî yê gerdûnê temaşe bikin. Ev serdem serdemeke bi tevger bû ku hingî gelek stêrk afirîn.

Li gorî daxuyaniya zanyarên ji Teleskoba Fezayî ya Hubble, xeleka mezin deqek ronahiyê ye ku di encama bandora şewqdan tiştekî li pêş ê bi bandora rakêşiyeke xurt bi ronahiya galaksiyeke dûr mezin bûye.

Lêkolînên nû nîşan didin galaksiyê bi qasî 9 milyar sal beriya xelekê, ku yek ji sê parên temenê 13.8 milyar salî yê gerdûnê ye, tê dîtin.

Li gorî daxuyaniya Hubble, "Ev yek demeke welê bû ku di 'teqîna pitikê' ya gerdûnê de derbas bûye û bi lezeke hilberîne bi hezaran stêrk afirandiye. Dîmenê mezinkirî yê galaksiyê derfetê dide ku zanyarên fezayî karibin ji nêz ve li rabirdûya dûr temaşe bikin."

Wêne dema ku yekemcar sala 2020'î hate weşandin, zanyaran gotin ku ev wêne yek ji xelekên Einstein ê bêkêmasî ye ku heta niha hatiye tespîtkirin. Zanyar di heman demê de bi bikaranîna Teleskopa Gelekî Mezin a Mala Çavdêriyê ya Başûrê Ewropayê (VLT) FORS û amûrên din bi kar tînin û xelekê lêkolîn dikin.

Piştî ku wêne hate weşandin, zaynarên fezayî ji bo hesabkirina dûrahiya galaksiyê ya ji 9.4 milyar salên ronahiyê, daneyên arşîvê yên ji aliyê Teleskopa Gelekî Mezin a Saziya Çavdêriyê ya Başûrê Ewropayê ve hatin komkirin, lêkolîn kirin.

Analîzê hîn bêhtir derfet da ku tîma lêkolînê têkildarî veguherîna koma madeya stêrkê ya li galaksiyê bêhtir daneyan bi dest bixe.

Rayedarên Hubble'yê di heman daxuyaniyê de gotin, "Leza bilind a avabûna stêrkan a li galaksiya destpêkê ya gelekî bi toz û şewqdar, nîşan da ku stêrk bi hezar qatî ji yên li galaksiya me zûtir çêbûne."