BI DÎMEN

'Di navbera Kurdan de şer rû bide, wê derba destpêkê li Başûr bikeve'

Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a li dijî gerîlayan ji bo gelê Kurd bibe felaketeke mezin. Her wiha Pencewînîyî got ku di rewşeke wiha de wê derbeya ewil li dijî Başûr be.

Endamê KNK'ê siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî bi bîr xist ku dewleta Tirk li gel Îran û Iraqê ev 3 sal in amadekariyên êrîşa li dijî gelê Kurd dikin û got ku seredanênTayyîp Erdoganî ên ji bo  Başûr û Iraqê jî parçeyeke van amadekariyên êrîşê ne.


Pencewînîyî bal kişand ser Wezareta Parastinê ya Iraqê ku ji dewleta Tirk re gotiye ku ew beşdarî êrîşên li dijî PKK'ê nabin û ev yek anîne ziman: ‘’Çimkî Iraqê gotiye li Iraqê PKK ne di lîsteya ‘terorê’ de ye û em PKK'ê weke terorîst nabînin. Bi taybet YNK û serokê wê Bafel Talabanî û gelek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê gotine ku ew tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKKê nabin. Çimkî PKK ne li herêma YNK’ê ye.’’

Tirkiyeyê ji Îranê jî xwest ku di heman demê de êrîşê bibe ser PJAK'ê, lê belê Îranê ev yek qebûl nekir. Îran naxwaze artêşa Tirk a endamê NATO'yê nêzî sînorê wan bibe, lewma piştgiriyê nade vî şerî. Rewş heta niha bi vî rengî ye. Tê gotin, beşek ji hêzên Herêma Kurdistanê wê tevlî vê êrîşê bibe. Di vê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Lê belê li gorî gotinên di nava siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê de têne gotin, di nava PDK'ê de beşek alîgirê wê yekê ne ku tevlî şerê Tirkiyeyê yê li dijî PKK'ê bibe.  Beşek ji PDK'ê dibêje, ev yek tiştekî nebaş e. Heta niha rewş bi vî rengî ye. Lê belê gelê Başûrê Kurdistanê vê êrîşê, êrîşa hêzeke Kurd bi artêşa Tirk re ya li ser Qendîlê qebûl nake, li ber radibe. Wê bibe felaketeke mezin. Di rewşeke bi vî rengî de derba destpêkê wê li Başûrê Kurdistanê bikeve. Eger hêzeke Kurd bi artêşa Tirk re êrîşî hêzeke din a Kurd bike, ev yek wê zerareke mezin bide yekîtiya neteweyî, rewş wê bibe şerekî navbera Kurd û Kurdan, ne Kurd û dewleta Tirk. Nûnerên hemû partiyên Kurdistanî yên tevlî civîna KNK'ê bûn û kesayetên Kurdistanî di axaftina xwe de xwestin, ti ji hêzên Başûr alîkariyê nedin êrîşa artêşa Tirk a li ser gerîlayên Kurdistanê."