Şêniyên Eyn Îsayê tecrîda Îmraliyê û qedexeya hevdîtinê şermezar kirin

Şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û peyama mezinkirina berxwedanê dan.

QEDEXEYA HEVDÎTINÊ Û TECRÎD HATE ŞERMEZARKIRIN

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang kirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Eyn Îsayê Sabrî Nebo daxuyanî li pêş navenda partiyê xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan û cezayên dîsîplînê yên dermirovî li dijî wî hatine birîn û êrîşên li dijî herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku xwe li gorî ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çek bikin, ji ber ku rêya xilasiya ji zilmê û hegemonyaya dewletên cîhanê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember sûcên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî, hate şermezarkirin û bang li wan hatine kirin ku qanûna navneteweyî û mafên mirovan ên ku dewleta Tirk binpê dike, bînin cih.

Di dawiyê de teqezî bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.